Fîgen Yuksekdag ji bo girtiyên nexweş bang kir

  • 12:43 26 Mijdar 2021
  • Rojane
EQNERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo dayikên ku li Amedê ji bo girtiyên nexweş bên berdan di çalakiya  nobetê de ne bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Fîgenê di peyama xwe de banga xwedîderketina li çalakiya dayikan kir.
 
Çalakiya Dayikan ku ji bo girtiyên xizmên xwe yên nexweş û yên ji ber înfaza wan hatiye betalkirin nayên berdan a bi dirûşma "Ji bo girtiyên nexweş nobeta adaletê" di roja 11'emîn de berdewam dike. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo dayikên ku li Amedê ji bo girtiyên nexweş di çalakiya  nobetê de ne bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Fîgenê di peyama xwe de banga xwedîderketina li çalakiya dayikan kir.
 
Fîgen di peyama xwe de wiha got:
 
"Ez dayikên ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan ketine tevgerê silav dikim û destên wan maç dikim. Ez bang li hemû kesên xwedî wicdan û saziyan dikim ku li dijî polîtîkayên kuştin û zilmê yên li girtîgehê bên bidawîkirin xwedî li çalakiya dayikên me derkevin."