ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 26 Mijdar 2021
  • Rojev
*Endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Leyla Kaya derbarê binpêkirinên mafên jinan de diyar kir ku ji qereqolan heya serdozger û şandeya dadgehê politikaya bêcezatiyê tê bikaranîn. Leylayê da zanîn ev rêbazana rê li ber zêdebûna tundiya li hember jinê vedike û pêwîst e jin bertekek mezin nîşan bidin. DÎMEN HEYE
 
*Hikûmeta ku xizaniya gel nabîne, li dijî bangên ‘îstîfayê’ jî bêdeng dimîne. Jinên Amedê der barê krîza aborû de axivîn û diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Ma gelo hikûmet heye ku îstîfa bike. Welat nayê birêvebirin.” DÎMEN HEYE
 
*Yek ji cihên ku pargala cerdevaniyê ya parçeyeke polîtîka şerê taybet lê tê meşandin jî navçeya Şaxê ya Wanê ye. Jinan diyar kirin ku di salên dawî de ev pêkanîn tê ferzkirin û ew di ferqa van polîtîkayan de ne û tu car qebûl nakin. DÎMEN HEYE
 
*Girtiya bi nexweşiya giran Ayfer Ayçîçek a 13 sal in girtiye peyam ji ajansa me re şand û got:  “Heta dikarin bila vê tecrîda giran pêk bînin, lê em dîsa jî dest ji nirxên xwe bernadin û em ê bibin şopdarê vê rêyê.” DÎMEN HEYE