Jinên Êlihî: Wê jin ji desthilatdariya AKP û MHP’ ê hesab bipirsin

  • 15:58 25 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberê Tundiya li Jinê meş li dar xistin. Jinan diyar kirin ku ew ê AKP û MHP hesap bidin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Jinê meşek li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay , Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê û gelek jin tevlil meşê bûn. Jinên ku beriya meşê li parka Yilmaz Guneyê li hev kom bûn demek dirêj di bin dorpêça polîsan de man. Lê jinan ji sekna xwe tawîz nedan û meşa xwe pêk anîn. 
 
Jinên ku ji sekna xwe tawîz nedan bi pankarta “Li hemberê tundî, şer, xizanî û tundiya mêr-dewletê, dem dema azadiya jinê ye”, “ Jin jiyan azadî” meşa xwe ji parka Yilmaz Guney ve dan destpêkirin û heta avahiya HDP’ê ya Bajêr a Êlihê meşiyan. 
 
Piştî meşê girseyê li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyek da. 
 
‘Jin li hemberê sîyaseta qirêj têbikoşin’
 
Di daxuyaniyê de Feleknas Uca axivî û destnîşan ki ku li herêmê li dijî jinên kurd sîyasetek qirêj tê meşandin. Feleknasê , got: “Şîdeta li hemberî jinê ne tenê pirsgirêka jinên Êlih û herêmê ye. Pirsgirêka hemû jinên cîhanê ye. Lê belê bi taybetî li herêmê polîtîkayên taybet tên meşandin û jin bi wan polîtîkayên qirêj tên hedef girtin. Îro jî ew sîyasete ku bi kesên bi uniîformayên dewletê dixwazin vê sîyasetek qirêj bimeşînîn. Lê bila baş bê zanîn ku em jin li hemberî van sîyasetên qirêj serî natewînin û em ê li ber xwe didin.”
 
‘Di nav 15 rojan de li Êlihê 3 jin hatin qetîl kirin’
 
Feleknas destnîşan kir ku têkoşîna jinên kurd ji cîhanê re bûye mînak û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li Êlihê di nav 15 rojan de 3 jin hatin qetîlkirin û tundîya li jinê zêde bû. Lê belê desthîlatdar li şûna parastina jinê kujeran diparêzin û bi polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê dide kujeran. Heke jin azad nebin civak jî azad nabe.”
 
‘Wê jin ji AKP û MHP’ê hesabê bipirsin’
 
Ebrû Gunay jî axivî û destnîşan kir ku wê roj were jin ji AKP’ê û MHP’ê hesap bipirsin û wiha got: “Ev 60 sal in jin li qadan li hemberê tundiya mêr-dewletê têdikoşin. Lê belê dîsa ji bername û çalakiyên me re astengî derdixin. Lê tişta ku ji bîr dikin ew e ku wê jin tu carî serî netewînin û wê ji desthîlatdariya AKP û MHP’ê hesab bipirsin. Polîsên ku gava Denîz Poyraz hate qetîlkirin , Gulîstan Doku hate windakirin  û Îpek Er hate qetîlkirin neparastin îro têkoşîna jinan dorpêç kirine. Em dizanin ku hûn ji têkoşîna jinan ditirsin û jixwe wê ji têkoşûna me bitirsin. Ji ber ku em bi hêz in û em serî netewînin.”
 
‘Em jinên ku biharê ava dikin in’
 
Ebru di dawiya axaftina xwe de ji Leyla Guven, Ayşe Gokkan û hemû jinên sîyasetmedar re silav şand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Fîgen Yuksekdag û hemû jinên girtî li hemberê tundî û ji bo azadiya jinê têdikoşin û em ê jî têkoşîna xwe bidomînin.  Ji ber ku em jinên biharê ava dikin in.”
 
Piştî daxuyaniyê bernameya jinan bi govend û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.