Li Herêma Federal a Kurdistanê xebatên Jineolojiye

  • 11:37 25 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel derbarê xebatên Jineolojiyê yên li Herêma Federal a Kurdistanê hatine rêxistin de axivî û got: "Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê asta mêrsalariyê li başûrê Kurdistanê kûrtir e. Ji ber vê pêwîstî bi xebateke zêde ya weke jineolojiyê ya zanistî ango fikrî heye. Me jî xebatên xwe bi vê armancê da destpêkirin.”
 
Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Herêma Federal a Kurdistanê hewl dide li dijî şîdeta li ser jinê, xebatên afirandina hêviyê û zindîkirina çanda berxwedanê  pêşbixe. Ji bo vê rêbazên ku bikartîne hem berfirehe hem jî pir aliye. Xebatên Jineolojiyê yên heya niha di çarçoveya konferans, qurs, semîner, panel, belavkirina pirtûkan, geştên zanistiyê û çend projeyên cûda de hatine meşandin û berdewam dikin.
 
Cara yekemîn konferansa danasîna Jineolojiyê di sala 2012’an de li Hewlêrê hat lidarxistin. Lê li piştî wê çend semînerên danasîna xebatê li bajarên cûda yên Herêma Federal a Kurdistanê hatibin dayîn jî, xebateke berfireh ne hate meşandin. Xebatên Jineolojiyê bi awayeke çalak nêzî du sal in li Herêma Federal a Kurdistanê pêşketiye û bi sazî dibe. Xebatên di nava du salan de hatine meşandin jî wiha ne;
 
Weşanên Jineolojiyê
 
Di sala 2016’an de Pirtûka, “Destpêkirina Jineolojiyê” hate weşandin. Niha çapa wê ya sêyemîn jî hema bêje hemû hatine belavkirin. Di sala 2019’an de pirtûka ‘Polîtîkbûna hestan, Etîk û Estetîk û broşûrên Jineolojiyê hatin weşandin. Di sala 2020’an de jî pirtûka, ‘Sedsala 21’emîn wê bibe sala jinê’ hate weşandin. Hem pirtûk hem jî broşûrên hatine derxistin li hemû weşanxaneyên Herêma Federal a Kurdistanê hatine belavkirin.
 
Qursên Jineolojiyê
 
Navenda Lêkolînên Jineolojiyê di sala 2020’an de çalakbû. Li ser vê bingehê 3 qursên yek mehî hatin rêxistinkirin. Her wiha her hefte 3 saet jin li Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê kom dibin û li ser mijara bi rêbaza Jineolojiyê çawa dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, nîqaş dikin. Ji bo rêxistinên jin jî qursên perwerdeyê yên li ser Jineolojiyê, guhertin û veguhertina jin û mêr hatine dayîn berdewam dikin. Her wiha panelek jî li ser feraseta Jineolojiyê ya etîk û estetîkê hate dayîn.
 
Projeya JinART’ê
 
Jineolojî li Herêma Federal a Kurdistanê xebateke jinên hunermend bîne gel hev ya wekî projeya JinART’ê saz kir. Bi perspektîfa "Xwebûnê" 6 semîner hatine dayîn. JinART wê bi boneya roja Têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re pêşengehek ku hefteyek bikişîne, rêxistin dike. Wê 7 jinên hunermend tevlî vê pêşengehê bibin. Her wiha xebatên JinART’ê li Başûrê Kurdistanê her diçe xwe berfireh dike û hewl dide berhemên jinên hunermend zêdetir bê dîtin û teşwîq kirin.
 
Pirtûkxaneya berhemên Jinên Kurd
 
Pirtûkxaneya berhemên Jinên Kurd, Arşîv û Navenda Lêkolînê ku pirtûkên jinan ên çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê wê kom bike, arşîv bike û bike navendeke lêkolînê ya jinên kurd. Pirtûkxane navenda wê dê li Silêmaniyê be, fermiyeta wê temam bûye û niha 15 endamên wê hene.  Her wiha xebatên zêdekirina endaman û diyarkirina amadekirina cih jî berdewam dike.
 
Navenda Jin a Viyan
 
Li ser bingeha têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê, li Kerkûkê bi perspektîfa Jineolojiyê navenda Jin a Viyan hate vekirin. Xebatên vê navendê berdewam dikin.
 
Geştên Zanistî
 
Ji bo jin dîroka xwe bizanin, li cihên dirokî geştên zanistî rêxistin dike. Heya niha gelek geştên zanistî li Başûrê Kurdistanê hatine rêxistin kirin û ev xebat jî berdewam dikin.
 
Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel der barê xebatên Jineolojiyê yên li Herêma Federal a Kurdistanê hatine rêxistin de axivî. Nagîhan, diyar kir di nava parçeyên Kurdistanê de parçeya herî zêde di mijara jinê de pirsgirêk dijî Herêma Federal a Kurdistanê û got: “Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê asta mêrsalariyê li başûrê Kurdistanê kûrtire. Ji ber vê pêwîstî bi xebateke zêde ya weke jineolojiyê ya zanistî ango fikrî heye. Me jî xebatên xwe bi vê armancê da destpêkirin.”
 
Li ser pirsa, “Gelo beriya we xebateke hev şêweyê Jineolojiyê li Başûr hebûye” jî hebûye, “Beriya me xebateke weke zanista jin, zanista hevjiyana azad û zanista jineolojiyê ku taybet bi zanista jin be nebûye. Lê xebatên zanistî yên giştî hebûne. Ancax Jineolojî hem di warê pratîk hemjî di warê teorîk de hinek gavên mezin avêt.”
 
Nagîhan diyar kir herçend wan niha tenê li Herêma Federal a Kurdistanê xebat dabe destpêkirin jî, niha hewl didin li asta Iraqê de jî xebatên xwe berfireh bikin û got: “Navendeke me ya jinê ya li dijî şîdeta li ser jin heye. Lê niha me hewldanên xwe li Bexda jî daye destpêkirin û berdewam dike. Ji bo Başûrê Kurdistanê jî karekî zêde tê xwestin.”
 
Nagîhan, da zanîn xebatên wan piranî di asta fikrî û zanistîde ne û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Xebatên me yên entellektûel û fikrî ji bo tevahî civakê û jina ne. Di vê mijarê de girîngî didin pêşengiya rewşenbîran û mamosteyan. Girîng e ku xebatên bên meşandin bi ferhengeke xwe ya taybet bê meşandin. Ji ber vê niha me lêkolînek li gel dayîk û bavên bi temen mezin daye destpêkirin, ji bo ferhenga Kurdî ya berê zindî bikin. Em hevpeyvîn li gel wan çêdikin û hewl didin lêkolîneke zanistî bikin. Bi kurtî dikarim bêjim, tevahî xebatên me fikrîne.  Bi vî awayî dixwazin heqîqeta jin a veşartî ya li Başûr derxin holê.
 
Jineolojî di heman demê de hewl dide perspektîfeke zanistî ji bo Tevger û Rêxistinên jin pêşbixe jî, diyar kir wan heya niha qursek ji bo wan daye. Me ji bo rêxistinên jin qursek rêxistin kir, erênî dîtin û daxwaz kirin ev xebat berdewam bike. Ji ber vê em niha li ser projeya pêşxistina perspektîf ji bo Tevgerên jinan kar dikin." (ROJNEWS)