Rapora Wezareta Karên Navxweyî: 251 jin hatin qetilkirin

  • 10:11 25 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li  gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyîn di sala 2021'ê de 251 jin hatine qetilkirin. Li gorî daneyên Ajansa me jî di 10 mehên slaê de 253 jin hatine qetilkirin.
 
Piştî ku Tirkiye xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, tundiya li ser jinan jî zêde bû. Vê rewşê xwe di daneyên Wezareta Karên  Navxweyî de jî da der. Duh Navenda Koordînasyona Rewşên Lezgîn û Ewlehiyê (GAMER), bi awayekî onilne bi waliyên 81 bajaran re civîn li dar xist û nirxandina tundiya li ser jinan şopand.  Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê Derya Yanik jî tevlî vê civînê bûn. 
 
Wezareta Navxweyî, di civînê de daneyên xwe yên tundiya li ser jinan ên ji destpêka salê heta 15'ê mijdarê aşkera kirin. Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê heta 15'ê mijdarê 251 jin hatine qetilkirin. 
 
Li gorî çeteleya Tundiyê ya ajansa me jî di deh mehên salê de 253 jin hatine qetilkirin.