Ji bo azadiyê dê TJA di 25’ê Mijdarê de li qadan be

  • 09:08 17 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Alpsoy, diyar kir ku hem li herêmê hem li gelek bajarên Tirkiyeyê bi rêxistin in ji ber vê jin wan wek navnîşan dibînin û wê di 25’ê Mijdarê de têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, destdirêjî û tecawizê xurt bikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ku seranserê salê li gelek bajaran li kolanan bû li dijî polîtîkayên şer têkoşîn meşandin. Di vê çarçoveyê de TJA wê di 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran bin.
 
TJA’yê bi dirûşma ‘Em li dijî darbeyan têkoşîna xwe rêxistin dikin’ di 2016’an de damezrandina xwe îlan kir. Tevgera jinên kurd ku rêgeza ‘jin azad bin, civak jî azad dibe’ esas digire, mezinkirina têkoşîna azadiya jinan hedef dike. TJA îsal bi dirûşma ‘Li dijî şer, şîdet, xizaniyê dem dema azadiyê ye’ 25’ê mijdarê pêşwazî dike.
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Alpsoy beriya 25’ê Mijdarê der barê têkoşîna dimeşînin de axivî.
 
‘Me xwe bi rêxistin kir’
 
Gulbaharê da zanîn kampanya ‘Em xwe diparêzin’ sala borî fînala wê di 8’ê adarê de kirine û got: “Ji bo bersiva li dijî êrîşan me kampanya da destpêkirin. Me kampanya li ser rêxistibûn û perwerdeyê meşand. Divê civak û mirov ji bo parastina xwe bizanibin ku ji bo çi parastinê dikin. Li gorî berê jin êdî bêtir dizanin çima têdikoşin. Lê têr nake. Ji ber vê hewcedarî me bi perwerdeyê dît. Yek nokteya girîng ya kampanyayê ev e ku nasname bê nasîn, dîrok xwe bizanibin û di hişmendiya vê de bin. Ji bo vê jî plansaziya perwerdehiyan e.  Xebata perwerdeyê bi panel û nîqaşan meşiya. Li taxan em bi jinan re hatin gel hev.”
 
‘Me nasname û hişmendiya zayendê nîqaş kir’
 
Gulbaharê wiha dirêjî dayê: “Di çarçoveya kampanyayê de ligel hişmendiya hebûnê me hişmendiya zayend û nasnameyê jî nîqaş kir. Ji ber hişmendiyek tunebe rêxistin jî nayê avakirin. Di perwerdeyê de mijarek din a em li ser disekinin polîtîkayên şerê taybet e. Li ser jinan polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Li dijî vê divê mirov bibin xwedî hişmend. Em jinên kurd çavkaniya em jê xwedî dibin gelek xurt e. Dîrokek me ya bi kok heye. Me gelek bedel dan û em heta îro hatin. Di vî alî de serîtewandina jinan ne pêkan e.  TJA li dijî hemû êrîşan di nokteye ku têkoşîn mezin kir de sekinî.”
 
‘Ji bo jinan em navnîşan in’
 
Gulbaharê destnîşan kir ku hem li herêmê hem li gelek bajarên Tirkiyeyê bi rêxistin in ji ber vê jî bûne navnîşana jinan û wiha pê de çû: “Hejmara jinên rastî şîdetê tê roj bi roj zêde dibe. Serlêdan ji bo me pir zêde ne. Em berê jinan didin saziyên ku piştgiriya hiqûqî, aborî û psîkolojîk didin. Em  bi armanca nêrîna ‘ev qedera min e, ez vê dijîm’ bê kişandin têkoşînê dimeşînin. Jin ne bi tenê ne. Em dibêjin ev ne qedera wan e. Yek ji lingê têkoşîna TJA’yê tecrîda li Îmraliyê ye. Li Îmraliyê polîtîkayeke tecrîdê ya sîstematîk û dijmirovahî tê meşandin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser jinan û civakê jî pêk tê. Her ku tecrîd giran dibe civak dixetime bêzar dibe. Em di pêvajoyek ku her tişt qedexe bûye de dijîn. Em îdiaya avakirina civaka polîtîk ahlaqî dimeşînin. Me tu carî dest ji vê îdiaya xwe bernedaye.”
 
Polîtîkayên şerê taybet û bandora li ser jinan
 
Gulbaharê da zanîn ku di demên dawî de li Şirnex û Colemêrgê çeteyên fuhuşê ku polîs, leşker û cerdevan têde ne, jinên kurd hedef digirin û got ji bo vê rewşê di cih de bibînin çûne herêmê û got tiştên dîtin ji gotinan wêdetir bûye. Gulbaharê daxuyakirin ku mijar ne tenê Şirnex û Colemêrg e, ev polîtîkaya bi zanebûn tê meşandin wiha dawî lê anî: “ Em vê rewşê wekî heman rewşên derketine holê nagirin dest. Ev polîtîkayek bi zanebûn e. Di vê nokteyê de em ê têkoşîna xwe bidin. TJA demek dirêj e li dijî fuhuş û hişbirê têdikoşe. Ne tenê em HDP û jinên ciwan jî di vê mijarê de hestiyar in. Em ê van lîstikan xera bikin û destûrê nedin vê.”
 
‘Ji bo 25’ê Mijdarê bang’
 
Gulbaharê wiha dawî lê anî: “Em bi dirûşma ‘Li dijî şer, şîdet û xizaniyê dem dem azadiyê ye’ bikevin 25’ê Mijdarê. Di vê esasê de em ê xwe bi rêxistin bikin û li taxan bi jinan re bên gel hev. Em dê li dijî polîtîkayên faşîzan têkoşîna xwe mezintir bikin.”