Jinên Botanê dê 25'ê Mijdarê li qadan pêşwazî bikin

  • 09:04 17 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksû, derbarê plansaziya çalakiyên ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de îsal li dar bixin  de axivî û anî ziman ku bi girankirina tecrîdê re êrîşên ser jinan zêde bûne û got: “Bila hemû jin dest bidin destên hev û xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Em ê tu carî bêdeng nemînin. Em ê îsal jî di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.”
 
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberê Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê, wekî her sal jin dê îsal jî li qadan bin û banga têkoşîn û wekheviyê bikin. Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad(TJA)  jî li Botanê piştî ku starta çalakiyên xwe di 13'ê Mijdarê de dan dest bi xebatên xwe yên ji bo çalakiyên ku wê di çarçovyea 25’ê Mijdarê de li dar bixin kirin û gund bi gund, tax bi tax û kolan bi kolan digerin û xwe digihînin jinan. 
 
Têkildarî rojê û plansaziya 25’ê Mijdarê aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksû axivî.  
 
‘Em bêdeng namînin û êm ê li qadan bin’
 
Zozanê, bal kişand ser giringiya rojê û wiha got: “Ev roj ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku li dijî tacîz, tecawiz, tundî û komkûjiya li dijî jinê em li qadan daxwazên xwe û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Em ne bi tenê 25’ê Mijdarê em ê her roj li qadan bin. Lê belê taybetmendiyek vê rojê heye ku ev roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ye. Di demên dawiyê de li dijî jinê tacîz, tecawiz û êrîş gelek zêde bûne. Ev êrîş bi taybetî jî li herema me zêde bûne. Li dijî van êrîşan em bêdeng namînin û em ê li qadan bin.”
 
‘Em jin têkoşîna xwe mezin dikin’
 
Zozanê, destnîşan kir ku dê jin hertim li qadan bin û bêdeng nabînin û ev tişta got: “Ev meh bi dawî bibe jî em ê her roj li qadan bin. Em ê mal bi mal bigerin û xwe bigihînin jinan. Di serdanên malan de derbarê êrîşên li dijî jinan de agahiyan bidin jinan û jinan hişyar bikin. Her wiha bi van xebatên xwe em ê bibînin ku jin çi pirsgirêkan dijîn û em dikarin çawa pirsgirêkên wan bi hev re çareser bikin. Dema mirov lê dinêre tundî ne bi tenê lêdane, her wiha tundiya derûnî jî li jinan tê kirin. Em jin jî dixwazin wekî hemû kesan bi mafê xwe bijîn. Ji ber ku jin jî xwedî nasname ne. Em li dijî zayendperestiyê ne. Heta ku em bikaribin em ê zayenda xwe biparêzin û xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Li her qadê em jin dengê xwe bilind dikin û banga têkoşîn û azadiyê dikin. Dema li bakur, başur, rojhilat û rojava li dijî jinê êrîşek hat kirin em ê li qadan bin. Em bêdeng nebînin.”
 
Plansaziyên xwe amade kirin
 
Zozanê, da zanîn ku wekî hersal îsal jî plansaziya wan a 25’ê Mijdarê heye û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi van bernameyan em ê xwe bigihînin bi sedan jinan. Em jin têkoşîna xwe mezin dikin. Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê yên Botanê di 13'ê mehê de li Şirnaxê da û fînala wê jî dê li navçeya Şirnexê Sîlopiyê bê kirin. Em hene û em li her derê ne. Jinan tim pêşengiya civakê kiriye. Ew çiqasî bi ser me de bên û êrîşî me bikin jî em ê tu carî gavê paşve navêjin. Em ê hertim li qadan bin û xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Em ê bibin dengê jin û zarokên ku destdirêjî, tecawiz û tundî li wan tê kirin. Em dixwazin ku hemû jinên cîhanê dest bidin hev û bibin yek. Em ê nasnameya jinê biparêzin ku ji bo ev civak ji  bin tecrîdê derbikeve.”
 
‘Sedema êrîşên li ser jinê tecrîd e’
 
Zozanê, diyar kir ku sedema zêdebûna van êrîşan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku ev tecrîd wekî li ser birêz Ocalan bê bê dîtin, lê belê ev tecrît di heman demê de li tevahiya welat belav bûye. Ev tecrît bi taybetî bandorê li jinê dike û em vê dibînin. Ji bo ku ev êrîşên li ser jinê bi dawî bibin, divê em jin demildest vê tecrîdê bi dawî bikin. Werin em destên xwe  bidin hev. Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin û xwedî nasnameya xwe derbikevin.”
 
Bernameya 25’ê Mijdarê ya Meclîsa Jinên HDP’ê û TJA’yê wiha ye:
 
“*13’ê Mijdarê: Li navenda Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn.
 
*15’ê Mijdarê: Li navçeya Qilebanê panel hat lidarxistin.
 
*17’ê Mijdarê: Li Elkê fîlma bi navê 'Berxwedan' dê bê temaşekirin. Ji jinên girtî re jî kart wê bên şandin. 
 
*20’ê Mijdarê: Li Cizîrê çalakiya pêlavan dê bê lidarxistin. (Navê jinên ku hatine qetilkirin dê bên xwendin)
 
*23’ê Mijdarê: Li navçeya Hezexê çalakiya zincîra xemrî dê bê lidarxistin.
 
*25’ê Mijdarê: Li Silopiyê meşa fînalê dê bê kirin.”