HDP: Em êriş û qedexeyên li ser kurdî qebûl nakin!

  • 15:42 16 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - HDP'ê bi daxuyaniya ku têkildarî êrişên li ser kurdî tê kirin wiha got:"Hemû yasayên navneteweyî yên ku parastina zimanan li ser hikûmetan ferz dikim bi awayekî aşkera tên binpêkirin. Em êriş û qedexeyên li ser kurdî qebûl nakin!"
 
Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) derbarê êrişên li ser kurdî daxuyaniya nivîskî da. HDP'ê di daxuyanyê de diyar kir ku nêzikatiya hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd çawa be, polîtîkayên li ser ziman, çand, dîrok û nasnameya Kurdan jî bi heman rengî ye. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Li Tirkiyeyê êriş, zext û qedexeyên li ser kurdî bi awayekî sîstematîk didomin. Zimanê Kurdî ji hemû qadên gelemperî tê bidûrxistin û hemû çalakiyên Kurdî ji aliyê hikûmet, qeymeqamtî, şaredarî û dezgehên fermî ve tên qedexekirin. Polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên ji serê sedsalê ve ketine meriyetê îro ji aliyê zihniyeta AKP-MHP’ê ve tê berdewamkirin. Hemû yasayên navneteweyî yên ku parastina zimanan li ser hikûmetan ferz dikim bi awayekî aşkera tên binpêkirin. 
 
Nêzikatiya hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd çawa be, polîtîkayên li ser ziman, çand, dîrok û nasnameya Kurdan jî bi heman rengî ye. Em îro baş dibînin ku hikûmeta AKP-MHP’ê hemû derfetên xwe ji bo berterefkirin û têkbirina destkeftiyên Kurdan seferber kirine. Sazî û dezgehên di bin hikmê wan de jî bi heman rengî nêzikî ziman û çanda Kurdî dibin. Ev zihniyet hem mafê bingehîn ê perwerdehiya zimanê dayikê li zarokên Kurd qedexe dike, hem jî hemû çalakî û bernameyên zimanî û çandî li gelê Kurd qedexe dike. 
 
Polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî bi sedsalan e tên meşandin, lê bi taybetî piştî bidawîkirina pêvajoya aştiyê ev polîtîkaya bi awayekî sîstematîk tên meşandin. Dixwazin ziman û çanda Kurdî ji meydana girseyî bi dûr bixin, rê li ber xuyabûna çalakiyên Kurdî bigirin. Ji bo wê jî nemaze ev 6 sal in hemû sazî û dezgehên Kurdî ji aliyên qeyûman ve hatin desteserkirin, navên Kurdî ji kolan, kuçe, sazî, dezgeh, park û tabelayan hatin derxistin. Peykerên şexsiyetên Kurd ên ku di hişûbîra gelê Kurd de cihekî taybet û girîng digirin hatin hilweşandin. 
 
Bi taybetî di salên dawî de walîtî, qeymeqamtî û şaredariyên AKP-MHP’ê li her qadê zimanê Kurdî krîmînalîze dike. Çalakiyên zimanî û çandî yên Kurdî wek çalakiyên “terorîst” tên pênase û tometbarkirin. Lîstikên şanoyê bi hinceta ku “propagandaya terorîzmê” dike tên qedexekirin, konserên Kurdî ji aliyê şaredariyan ve tê betalkirin. Hemû mafên bingehîn ên gelê Kurd ji aliyê wê zihniyetê ve bi awayekî aşkera tê qedexekirin. 
 
Êriş û dijminahiya li dijî Kurdî, êriş û dijminahiya li dijî gelê Kurd e. Em vê zihniyeta ku qirkirina çandî û zimanî ji xwe re kiriye armanc baş nas dikin. Ji bo wê jî, em êriş û qedexeyên li ser Kurdî qebûl nakin û vê zihniyetê nalet û şermezar dikin. Têkoşîna me ya li dijî vê zihniyetê dê xurtir bidome. Ji bo têkbirina vê zihniyetê ji doh zêdetir em ê li zimanê xwe xwedî derkevin û li her qadên jiyanê em ê bi axaftin, xwendin û nivîsandina Kurdî bersiva herî baş bidin vê zihniyetê."