Xwendevanekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
- 11:26 16 Mijdar 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Yurda Jinan (KYK) ya Mêrdînê jina ciwan a bi navê Zeynep Akgun bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li Yurda Jinan a girêdayî dewletê (KYK) ya Mêrdînê xwendevana jin a bi navê Zeynep Akgun (22) seet di 6’ê serê sibê de ji qata 8 emîn ket û hat diyarkirin ku jiyana xwe ji dest daye. Polîs û ambulansa ku çûn cihê bûyerê ji bo otopsiyê cenazeyê Îremê rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Mêrdînê.
Polîsan lêpirsîn da destpêkirin û hevalên wê yên yurdê jî ji bo îfadeya wan were girtin çûn muduriyeta polîsan a Mêrdînê.