Li hemberî tecrîdê bertek: Jin bi saya Serokatî têkoşîna azadiyê didin

  • 10:58 16 Mijdar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên ku diyar kirin li gel tecrîdê şer û tundî zêde dibe gotin, "Jin iro bi saya Serokati têkoşîna azadiyê didin û divê jin li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Li gel tecrîda ku 22 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike, 8 meh e bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Tecrîda ku li Îmraliyê hat destpêkirin li ser tevahiya civakê bandora xwe dike, ji girtîgehan belavî kolanan dibe, bi polîtîkayên tên pêşxistin jî herî zêde bandorê li jinan dike. Tecrîda li ser jinan tê meşandin bi, tundî, binçavkirin, girtin, qirkirin, tecawiz, ferzkirina fuhûşê li jinan xwe dide der.
 
Jinên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê, bertek nîşan dan gotin, "Heta ku em sax bin, em ê jin li ser piyan û li qadan bin."
 
'Bila tecrîda li ser jin o Serokatiyê bê bidawîkirin'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kuçukçekmeceya Stenbolê Gulsum Ozturk ku got bila jin derkevin qadan û serî rakirin di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Êdî bels e bila tecrîda li ser jin û Serokatiyê bê bidawîkirin. Ciwan û zarokên me di girtîehê de ne. Em naxwazin ku jin bên qetilkirin û di  girtîgehê de bimînin. Em ji bo ku jinan biparêzin li qadan e." 
 
'Girtiyan serbest berdin'
 
Gulsum diyar kir ku şer û kuştinê naxwazin û banga rawestandina şer kir. Gulsumê bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Fedaral a Kurdistanê da û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Mirov bi mirovan didin kuştin lê dawiya kuştinê jî nayê. Em bi kuştinê naqedin. Ger ku îro ez bê kuştin gelek jin hene ku jiyanê berdewam bikin."Gulsimê banga têkoşîna li dijî tecrîdê li jinan kir û daxwaza berdana girtiyan jî kir.
 
'Divê jin li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê bidin'
 
Gulsimê diyar kir ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne û berdewam kir, "Li girtîgehê girtiyên bi penceşêrê hene. Bi pandemiyê re şert û mercên girtîgehê gelek xirab bûn, dermanan nadin girtiyan û hevdîtina wan bi malbatan re asteng dikin. Divê jin li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê bidin. Em jin heta ku hebin em ê li qadan bin û em li her dera cîhanê li ser piyan e."
 
'Jin têkoşînê didin'
 
Dayika Aştiyê Medîne Bektaş jî got ku li jinan zilm tê kirin û qirkirina jinan zêde dibe. Medîneyê diyar kir ku daxwaza wan a sereke azadî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Herî zêde jin û ciwan tên kuştin. Em naxwazin ku jin zilmê bibînin, bên kuştin, girtin, tecawizkirin û bikevin girtîgehê. Em dixwazin jin bi ser bikevin. Jin jiyane. Em aştî û azadiyê dixwazin. Heta ku dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Jin bi saya serokatî ji bo azadiya xwe têkoşînê didin'
 
Dayika Aştiyê Behiye Duman jî got tecrîda ku ji Îmraliyê dest pê kir û bandora xwe li ser tevahiya civakê dike herî zêde jin jê bi bandor dibin. Behiya wiha berdewam kir, "Jin îro bi saya Serokatiyê ji bo azadiya xwe têkoşînê didin. Hemû jinên cîhanê piştgiriyê didin jinên ku ji bo azadiyê têkoşînê didin. Em tecrîda li ser Serokatî şermezar dikin. Tecrîd tenê ne li ser Serokatî li ser tevahiya Kurdistanê tê meşandin."
 
'Ji bo azadiya jinê bila her kes bê gel hev'
 
Behiye anî ziman ku ger jin bên gel hev û piştevaniya hev bikin wê Peymana Stenbolê bê pêkanîn û hem jin bi hêztir bibin. Behiye bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî, "Dixwazin jin di malê de bimîne û nezan be. Bila jin destên xwe bidin hev. Hemû kesên ji bo azadiya jinê têkoşînê didin bila bên gel hev. Dema ku em bên gel hev wê peymanên ji bo jinan jî wê bên pêkanîn."