'Em zilma li girtîgehan qebûl nakin û pêwîst e kes jî bêdeng nemîne'

  • 09:01 16 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Dêya du girtiyên siyasî Hatîce Yagşir îşkence û êrişên li dijî zarokên wê pêk hatine parve kir û daxwaza rabûna ser piyan kir. Hatîceyê da zanîn li girtîgehê li kurê wê yê mezin dane û wiha domand:"Li kurê min ê nexweş dan û yê din jî hate sirgunkirin. Me bi rojan xeber jê negirt. Em vê zilmê qebûl nakin û pêwîst e kes jî bêdeng nemîne."
 
Tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Tundî, îşkence û nêzîkatiyên keyfî tên kirin û anîna ziman jî sûc tê hesibandin. Dayika 2 girtiyên siyasî Hatîce Yagşir agahiyên ku ji girtîgehê girtiye bi me re parve kir. Hatîceyê diyar kir ku kurekî wê hatiye sirgunkirin û lawê wê yê nexweş e jî nayê tedavîkirin û lê dane.
 
Girtiyê sîyasî tê sirgunkirin û lêdanê dixwin
 
Kurê Hatîceyê yê bi navê Orhan Yagşir ku di girtîgeha tîpa D ya Amedê de dihat girtin beriya 3 mehan bêyî ku ji wî û malbata wî re were gotin sirgunê girtîgeha Wanê ya parastina bilind dikin. Di dema sirgunê de ji ber ku Orhan neheqiyê qebûl nake tundiya derûnî lê tê kirin. 
Hevalên Orhan van agahiyan ji malbatên xwe re radigihînin û ew jî ji malbata wî re dibêjin. Li gorî Hatîceyê dibêje bi hinceta şewbê 15 rojan xeber jî jê nehat girtin.
 
'Ji ber lêdanê nerehetiyên min ên tendirustiyê zêde bûn'
 
Kurê Hatîceyê yê bi navê Talîp Yagşir jî di girtîgeha Menemen a Îzmîrê de tê girtin. Talîp girtiyê nexweş e û gelek nerehetiyên wî yên tendirustiyê hene û ji sînga xwe jî birîndar e. Talîp bi hevpeyvîna bi telefonê ya bi malbata xwe re ev tişt anî ziman:"Ji 28’ê Cotmehê ve çend caran min xwest ez herim nexweşxaneyê. Heya ku destûr dan bû dereng jixwe. Beriya niha demekê jî min birin nexweşxaneyê. Di maşîneya zirxî de ez tenê bûm. Li ber deriyê nexweşxaneyê bi saetan ez hiştin. Di hundirê maşîneya ku hesin e de min rawestandin. Diyar bû ku em li ber tavê jî bûn. Ji germî û tengiya maşîneyê ez gêj dibûm. Piştî saetan şûnde gotin were em herin nexweşxaneyê. Min nêzîkatiya wan şermezar kir û ez li dij derketim. Ji ber vê yekê jî 3-4 kesan li min xistin. Min xwest ez cardin biçim rapora lêdanê bigirim. Ji ber lêdanê nerehetiyên min ên tendirustiyê jî zêde bûn. Nêzîkatiya wan a wiha berdewam dike."
 
'Bê deng nemînin'
 
Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de jî bang kir û got:"Dema zarokên min telefon dikin timî têkildarê dengdayîna gel dişêwirin. Dibêjin bila dengê me hemûyan were bihîstin. Ji ber ku niha nêzîkatiya li wan tê kirin tenê nimûneyek biçûk e. Hemû girtiyên siyasî tên tecrîdkirin, tundî û îşkence li wan tê kirin. Ya ew li me dikin Îsraîl li Fîlîstînê nake."