ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 16 Mijdar 2021
  • Rojev
 
*Dêya du girtiyên siyasî Hatîce Yagşir îşkence û êrişên li dijî zarokên wê pêk hatine parve kir û daxwaza rabûna ser piyan kir. Hatîceyê da zanîn li girtîgehê li kurê wê yê mezin dane û wiha domand:"Li kurê min ê nexweş dan û yê din jî hate sirgunkirin. Me bi rojan xeber jê negirt. Em vê zilmê qebûl nakin û pêwîst e kes jî bêdeng nemîne." DÎMEN HEYE
 
*Kedkarên jin tevî zehmetiyan ji bo debara malê di zeviyên pembû de dixebitin. Jinên ku di karê komkirina pembû de dixebitin diyar kirin ku her çend şert û mercên xebatê zehmet be jî divê debara xwe bikin. BI DÎMEN 
 
*Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Cîhan Derwêş di derbarê vekirina Navenda Parastina Jinan de wiha got:"Ji bo em van jinên tundî li wan tên kirin biparêzin, me di encama civîna salane de biryar girt ku em navenda parastina jinê bi awayekî fermî vekin. Ji ber ku li beramberî hemû cureyên tundiyê têkoşîn pêwîst e." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Demê ya Platforma Jinan DAKP’ê Çagla Îzcî bal kişand 25’ê Mijdarê û destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya jinê li qadan biqêrin û wiha got: “Ne tenê di 25’ê Mijdarê de em ê hertim têkoşînê mezin bikin û dengê xwe bilind bikin.” BI DÎMEN 
 
* Jinên ku diyar kirin li gel tecrîdê şer û tundî ji zêde dibe gotin, "Jin iro bi saya Serokati ji bo azadiya xwe têkoşoşînê didin û divê jin li çar parçeyên Kurdistanê têkoîna xwe bidomînin."DÎMEN HEYE