Platforma Ked û Demokrasiyê girtina 14 kesan şermezar kir

  • 19:12 15 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED- Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanê girtina 14 kesan da.
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8 û 9'ê mijdarê de li 5 bajaran polisan bi ser malan de girtibûn û siyasetmedar, sendîkavan û Dayikeke Aştiyê jî di nav de 19 kesan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" binçav kiribûn. Lêpirsîna wan a li dozgeriyê bi dawî bû û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 19 kesan 14 kes hatin girtin. 
 
Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê bertek nîşanê girtinan dan û li ber AZC Plazayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun û nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di destpêkê de Berdevkê Demê ya Platformê Mehmet Ceylan axivî û destnîşan kir ku li Amedê operasyonên siyasî bi awayekî periyodîk tê meşandin û got: “Li Amedê di nav mehekî de herî kêm carekî operasyoneke siyasî tê kirin. Bi vî şiklî hevalên me bêhiqûqî tên binçavkirin û tên girtin. Lê belê li Tirkiyeyê rojeva sereke aborî û kaos e. Guherîna rojeva xwe bi polîtîkayên çewisandinê ya li ser me dike. Tevî van yekan em ji têkoşîna xwe ya mafdar tavîzê nadin.”
 
Remziye Tosun jî axivî û diyar kir ku li edliyeyê şanoyek hatiye lîstîn. Remzîye destnîşan kir ku wê li her qadê têkoşîna xwe nîşan bidin û serî netewinin û ev tişt anî ziman: “Di binçavan de qetlîama Helebçê hatiye pirsîn. Lê tê zanîn ku qetlîama Helebçeyê li hemû cîhanê wek qetlîamek hatiye binavkirin. Her wiha di binçavan dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ jî hatiye pirsîn. Merasîma Vedat Aydin, Musa Anter hatiye pirsîn. Di wir de mijar ne qetlîama Helebçeyê ye ne jî merasim in. Di vir de mijar kurdên ku doza aştiyê dikin û yên ku li hemberê zilmê serî natewînin in. Em dizanin ku wê kurd tu carî li hemberê faşizm û zîlmê serî netewînin. Me bixin zindanan jî, sirgûn jî bixin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.