Ji HSK'ê ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê kampanya alîkariyê

  • 14:51 15 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê ji bo koçberên li ser sînorên Polonya-Belarusê asê mane kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û got: "Divê hemû Kurdistanî û dostên wan xwedîderketina li van koçberan weke erkeke exlaqî bibînin."
 
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê asê mane dest bi kampanyaya alîkariyê kir û bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî kampanyayê bibin.
 
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye:
 
“Xêrxwezên hêja,
 
Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê drameke mirovayetiyê heye. Bi hezaran koçberên ku piraniya wan kurd in di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê terkî mirinê hatine kirin. Li gorî agahiyên ku di nava hefteyekê de hatine ragihandin herî kêm 20 koçber ji ber birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest dane. Gelek jin û zarok jî di nav van koçberan de hene û koçber di navbera du sînoran de asê mane.
 
Heyva Sor a Kurdistanê tevî saziyên alîkariyê yên kurd li Ewropayê biryar daye ku alîkariya mirovî bide van koçberan. Amadekariyên ji bo alîkarî gihandina van koçberan dewam dike û di demeke kin de wê alîkarî were şandin.
 
Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo van koçberan kampanyeke alîkariyê da destpêkirin. Armanca vê kampanyaya me berhevkirina alîkariya madî ve pêdiviyên jiyanî yên van koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê asê mane bi cih bînin.
 
Divê hemû Kurdistanî û dostên wan xwedîderketina van koçberan weke erkeke exlaqî bibînin.
 
Li ser vî esasî, em bang li hemû xêrxwezan dikin ku destê alîkariyê dirêjî van koçberan bikin û alîkariyên xwe bilez, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji van koçberan re bişînin.”