Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin

  • 13:31 15 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - L.A.M. a ji bo teza lîsansa bilind hat Rihayê, ji aliyê xwediyê mala ku lê diman ve hat tacîzkirin. Li ser giliyê faîlê tacîzê hat girtin. 
 
L.A.M. ku bi komeke ji 5 hevalên xwe yên ji Çekyayê ji bo teza lîsansa bilind a li ser eşîrên li herêmê amade bike hat Rihayê, ji aliyê xwediyê mala ku lê diman ve hat tacîzkirin. Koma ji 5 xwendekaran a beriya du mehan ji bo teza lisansa bilind hatin Tirkiyeyê, piştî dîtina maleke ji bo mayînê ya bi rêya serlêdana medya dîjîtal, hatin Rihayê. Xwediyê malê Aydin Dag ku di heman demê de li avahiya ku xanî lê ye xwedî navenda bedewiyê ye jî, bi hinceta lênêrîna çerm, L.A.M (20) ya ku vexwend navendê tacîz kir. Aydin Dag, piştî lênêrîna çerm, tacîzî L.A.M. ya ku nexweşiya asperger sendromû (bêbertek mayîn) pê re heye kir. 
  
Piştî tacîzê L.A.M. û hevalên wê bi piştevaniya Navênda Mafên Jinan a Baroya Amedê çûn serî li Qereqola Polîsan a Sarayonu kirin û giliyê Aydin Dag kirin. Aydin Dag ê piştî giliyê hat binçavkirin, piştre hat girtin û ew şandin girtîgehê.