Li Stenbolê ji bo girtiyên jin qert hatin şandin

  • 16:09 14 Mijdar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên MATÛHAYDER'î di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin. 
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAYDER), di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de ji jinên girtî yên li girtîgehên herêma Marmarayê re qertên piştevaniyê şandin. Jinên MATÛHAYDER'î pêşî bi bernameyeke taştê hatin gel hev û piştre ji jinên girtî re qertan şandin.