Ajantî li xwendekar ferz kirin

  • 13:34 14 Mijdar 2021
  • Rojane
 
WAN - Li zanîngeha Yuzuncu Yilê li xwendekara jin, bê biryara binçavkirinê li qereqolê ajantî lê hat ferzkirin.
 
Li zanîngeha Yuzuncu Yilê li qereqola ku li qampusê ye, li xwendekara bi navê B.H. ajantî hat ferzkirin. Hat gotin ku roja înê bi telefonê polîs lê geriyaye û daxwaza hevdîtinê kiriye. Xwendekar li gel vê daxwaza ne fermî nexwestiye here qerekolê. Lê hatiye gotin ku dema here qerekolê wê sedema vê daxwazê hîn bibe. 
 
Li qerekolê lêpirsîn kirin 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hat ragihandin ku,  B.H. dema diçe qerekolê 3 kesên sivîl ên mêr ew birine odeyek din û wiha berdewam kir:" Ji min re gotin ku dema bi wan re hevaltiyê bikim wê çi pirsgirêkên min çêbibin çareser bikin. Gotin ku ew ê tu kesek nikaribe min ji wargehê derxîne,  pirsgirêkên ku li zanîngehê bijîm çareser bikin. Yanî daxwaza wan ajantî bû. Min bi xwesteka wan nekir lê wan zehf israr kirin. Dema ku min got ev ne legal e û ez ê giliyê we bikim jî bi awayekî rihet gotin tu çi dikî bike. Ev 3 kesên sivîl ên ku gotin em polîs in bi awayekî ne fermî lêpirsîn kirine û gotin em bi akademîsyen û rêveberiya wargehê re dixebitin. Ger ku ev rast be wê Rêveberiya Zanîngeha Yuzuncu Yil û wargehê bersiveke çawa bidin? Ger ku ev kesan ne polîs bin çawa bi rihetî di kampusê de ne û digerin? Çawa dikarin bi awayê ne hiqûqî lêpirsîn bikin?"
 
Wê serî li dozgeriyê bide
 
B.H. serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da. Wê roja duşemê wan kesan gilî bike.