Jin dê di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 13:13 14 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Platforma Jinê ya Îzmîrê ya ew ê bi dirûşma "Li mal, kar, kuçe, kampus, tundî li her derê ye, çareserî têkoşîna rêxistinkirî ye" derkeve qadan dê li Kolana Şehîdên Kibrisê meşê li dar bixin. 
 
Platforma Jinê ya Îzmîrê ji bo bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî li Fabrîkaya Havagazi li ser taştê hatin gel hevdu. Jinan berî taştê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta "Li mal, kar, kuçe, kampus, tundî li her derê ye, çareserî têkoşîna rêxistinkirî ye" hat vekirin. Li ser navê jinan Deniz Şahin Gumuştekin metna çapemeniyê xwend. 
 
'AKP'ê careke din nîşan da ku bersûcê esas ew e'
 
Denizê da zanîn jin dê li kuçeyan dev ji têkoşîna ji bo parastina mafê xwe yê jiyanê bernedin û wiha got:"Polîtîkayên dijminatiya jinê, zagonên jinan ji civakê dûr dixin û di malê hepis dikin, jinan tune dihesibînin, gotinên jinê biçûk dixin sedema zêdebûyina tundiya li ser jinê ne. Sîstema baviksalarî ya AKP'ê kûr dibe û ev yek jî bi destên medyayê tê rewakirin. Bi vekişandina ji Peymana Stenbolê AKP'ê dîsa nîşan da ku ew li dijî jinan û LGBTİ+'ya ne. Bi vî rengî AKP'ê careke din nîşan da ku bersûcê esas ew e. Em jin dibêjin Peymana Stenbolê ya me ye û em dev jê bernadin. 
 
'Em ê rê nedin zagonên ku îstismarkaran rizgar dikin'
 
Denizê da zanîn ku zagona hejmara 6284'an tê sepandin û got:"Sîstema zagona mêr îmzeyê diavêje binê biryarên li ser qetilkirina jinê, jinê sûcdar dikin. Zarokên keç ên bi zorê tên zewicandin û tên îstismarkirin mafên wan, siberoja wan ji destên wan tên girtin. Îktidara AKP'ê ya ku her carê hewil dide vê yekê rewa bike li rêya derbaskirina zagona îstismarkaran rizgar dike digere. Em ê rê nedin zagonên ku îstismarkaran rizgar dikin."
 
Meşa şevê ya 25'ê Mijdarê
 
Denizê herî dawî got ew ê bi dirûşma "Li mal, kar, kuçe, kampus, tundî li her derê ye, çareserî têkoşîna rêxistinkirî ye" derkeve qadan dê li Kolana Şehîdên Kibrisê meşê li dar bixin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî piştevaniya jinê" bi dawî bû. 
 
Piştî taştê çalakiyê bi foruma ku jinan tundiya ku jiyane parve kirin û çavdariyên xwe parve kirin bi dawî bû.