Suheyla A. bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 10:38 14 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Suheyla A. ya ku bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest  da, hat diyarkirin ku bi caran ji ber tundiya lê hatiye kirin serî li stargehê daye û Azmet A. yê ku pê re hatibû zewicandin û bi caran tudnî lê kirbû jî berî bi hefteyekê ji girtîgehê hatiye tahliyekirin. 
 
Li navçeya Bêgirê ya Wanê duh êvarê jina bi navê Suheyla A. ya 40 salî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sûheylayê ji bo bê otopsîkirin rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê û mêrê ku Suheylayê pê re hatibû zewicandin Azmet .A. jî hat binçavkirin.
 
Sûheylayê bi caran  gilî kiriye  
 
Li gel lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê hat destpêkirin, derket holê ku Azmet A. jî bi caran tundî li Suheylayê kiriye. Cîranên Suheylayê diyar kirin ku wê bi caran serî li sitargehê daye û bi navbeynkariya malbatê ew careke din li mêrê tundî lê dikir Azmet A. vegeriya ye.
 
Piştî Azmet A. ji girtîgehê derket bi heftiyekê Sûheyla jiyana xwe ji dest da
 
Suheylayê  gelek caran li di jî tundiya lê hatiye kirin gilî kiriye û Azamet A. hatiye binçavkirin lê piştî ku hatiye binçavkirin her carê hatiye berdan. Herî dawî jî dema ku Sûheylayê gilî lê kiriye hefteyekê di girtîgehê ma ye û piştî ku derketiye Suheyla bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye. 
 
Suheyla û keçeke xwe li stargehê mane
 
Hat ragihandin ku ne tenê Suheylayê, keçên wê jî tundî ji Azamet A. dîtine û cara dawiyê Suheyla û keçeke xwe bi hev re li stargehê bi cîh bû ne. Derket holê ku Azamet A. hişbir jî bi kar dianî.