Li Botanê starta çalakıyön 25’ê Mijdarê hat dayin

  • 16:17 13 Mijdar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê û TJA, starta çalakıyön 25’ê Mijdarê di bin ablûqaya polîsan de dan.  
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), dı çarçoveya 25'ê Mijarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê li Qada Omer Kabak a Şirnexê bi daxuyaniyekö starta çalakiyên ku dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li dar bixin dan. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli çalakiyê bûn.
 
Jinên ku beriya daxuyaniyê kom bûn, xwestin meşê li dar bixin. Polîsan bi hinceta “qedexeya çalakiyan a 15 rojan” a Waliyê Şirnexê xwestin meşê asteng bikin. Lê Jinan, astengiya polîsan nas nekirin  û bi dirîuşmên “Ne ji jinê re ablûka, ji mêran re ablûke”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Jinê” û “Bijî têkoşîna jinê”  di bin ablûqeyê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin.Di  Çalakiya ku hat kirin de jinan pankarta “Li Hemberî Pergala Zayendparêz Afiramdina Têkoşîna Jinê” vekirin, dovîzên “Mêr dikuje dewlet diparêze”, “Em ji Qirkirina Jinê re dibêjin na” û wêneyê jinên ku hatine qetilkirin hilgirtin.
 
Li ser navê jinan daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zozan Aksû ve hat xwendin.  
 
‘Em ê bihihîjin serkeftinê’
 
Zozan, anî ziman ku li dijî kapîtalîzm  û qirkirina jinê ew dibêjin dem dema jinê ye, ji ber vê yekê têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Em têkoşîna xwe di her aliyê de dimeşînin û em ê bigihînin serkeftinê. Dixwazin bedena jinê ji jinê xerîb bikin, me tune bikin û dixwazin ku em ji wan re îtîatê bikin. Ji dîrokê heta îro li dijî destkeftiyên jinan bi ketegoriyek taybet êrîş tên kirin û tundiyê li jinê dikin.  Îro dîsa destkeftiyên me di bin êrîşan de ne. Hiqûq vegûherandin siyasetê û dixwazin jinan bê bawerî bihêlin û bi binçavkirin û girtinan dixwazin jin îtîatê ji wan re bikin. Cezayê ku li Ayşe Gokkan jî hatiye birîn mînaka vê ye. Ji ber vê yekê em li  ber xwe didin û piştgiriya hevdû dikin. Bi hezar salane ku dixwazin ziman, çand û bedena me ji me bigirin. Lê belê ev hemû parçeyek j ime ne û ji ber vê yekê ye ku em têkoşîna hebûn û tûnebûnê didin.”
 
‘Têkoşîna ku em didin têkoşînek mafdar û meşrû ye’
 
Zozanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di her aliyê de tundiya li jinê berdewam dike û her ku diçe zêde dibe û wiha pêlda axaftina xwe: “Li dijî vê pergala tundiyê têkoşîna ku em didin dê heta dawiyê berdewam bike.  Têkoşîna ku em didin têkoşînek mafdar û meşrû ye. Ger tundiya li dijî jinê bi dawî bibe dê bibe sedema jiyaneke demokratîk, ekolojîk û jiyanek wek hev. Em bi têkoşîn,berxwedan, hebûn û vîna xwe li dijî hemû polîtîqayên tên pêkanîn vê 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin.”
 
‘Têkoşîna me dê berdewam bike’
 
Piştre Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û wê jî bal kişand ser dîrok û girîngiya rojê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîma Trujîllo ya berê 61 salan, îro îktîdara AKP’ê dewr girtiye û li ser Tirkiye û erdnîgariya me dide meşandin. Çawa ku bi berxwedana 3 xwîşkên Mîrabel rejîma Trujîllo têk çû, dê îro jî berxwedan û têkoşîna me jinan bibe wesîleya hilweşandina feraseta AKP û alîgirê wê MHP’ê. Li hember nîjadperestî, zayendperestî, tacîz, tecawiz û qirkirina jinê hemû jinên cihanê li berxwe didin. Pirsgirêka jinê ne bi tenê li welatê me li hemû cihanê tê jiyîn. Ev qirkirin vegûherî serhildan, hêrs û têkoşîna jinan. Çawa ku me duh li hember kesên vîna me nas nekirin li berxwe da, em ê îro jî li ber xwe bidin. Em ê xwedî li jiyan, nasname û çanda xwe derbikevin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî têkoşîna xwe derbikevin. Têkoşîna ku 3 xwîşkan da destpêkirin bi hêztir bû û hîn didome.”
 
Çalakî, bi dirûşmên hatin berzkirin bi dawî bû.
 
Bernameya 25’ê Mijdarê ya Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê û TJA’yê wiha ye:
 
“*13’ê Mijdarê: Li navenda Şirnexê starta 25’ê Mijdarê dê bê dayîn.
 
*15’ê Mijdarê: Li navçeya Qilebanê panel dê bê lidarxistin.
 
*17’ê Mijdarê: Li Elkê pimpimok dê bên firandin.
 
*20’ê Mijdarê: Li Cizîrê çalakiya pêlavan dê bê lidarxistin. (Kûnyeyên jinên ku hatine qetilkirin bên xwendin)
 
*23’ê Mijdarê: Li navçeya Hezexê çalakiya zincîra xemrî dê bê lidarxistin.
 
*25’ê Mijdarê: Li Silopiyê dê meşa fînalê bê kirin.”