Dayikên Şemiyê ji bo kiryarê Hakki Kaya daxwaza lêpirsînê kirin

  • 14:31 13 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefeta 868'emîn a çalakiya xwe de, xwestin ku equbeta Hakki Kaya bê diyarkirin û derbarê kiryarên wî de lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin, di hefteya 868'an de çalakiya xwe li ser onlinê pêk anîn. Dayikên şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hakki Kaya yê di 16’ê mijdara 1996'an de li Amedê hat windakirin pirsîn. 
 
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Maside Ocak, diyar kir ku Kaya 47 salî bû û wiha got: “Bavê 8 zarokan bû. Kaya di 16’ê mijdara 1996'an de dema li gel 2 hevalên xwe li nava bajêr bû, bi wesayita Toros a plakeya wê 06 EKN 22 hat revandin. Kesên sivîl ku xwe wekî polîs dan nasîn Hakki revandin. Piştî Hakki revandin ji bo îfadeya wî bigirin birin muduriyeta polîsan. Malbat piştî Hakki hat revandin çûn muduriyeta polîsan. Lê rayedaran gotin ‘Me ne biriye, ne li cem me ye’ û red kirin. Malbatê serî li Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan da. Malbatê serî li hemû rayedaran da. Lê encam bi dest nexist.”