Gûmanbar Sati Mehmet D. ê ku Henîfeyê qetil kiribû hat girtin

  • 14:18 13 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL- Gûmanbar Sati Mehmet D. ê li navçeya Baxçelîevler a Stenbolê Hanîfe D. ku pê re li ber hevberdanê bûn qetil kir, bi sûcdariya " kuştîna bi zanebûn" hat girtin.
 
Henîfeya ku li taxa Merkez a navçeya Bahçelîevler a Stenbolê dima, di11'ê Mijdarê de ji aliyê Sati Mehmet D. ve bi amûrê jêkirinê êrîş lê hat kirin. Piştî bûyer qewimî kesên li derdorê agahî dan polîs û tîmên tendirustiyê kirin. Henîfeya ku birin nexweşxaneyê li gel mudaxelaya hat kirin jî  jiyana xwe ji dest da. 
 
Gûmanbar Sati Mehmet D. ê hat binçavkirin di îfada xwe de got ku bi plankirî Henîfeyê qetil kiriye. Piştî binçavkirinê gûmanbar şandin Edliyeya Bakirkoyê û bi sûcdariya" kuştîna bi zanebûn" hat girtin.