Li Silêmanî li ser azadiya jinê semîner hat dayîn

  • 10:05 13 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nûnertiya PYD’ê ya başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê li ser azadî û şîdeta li jinan semînerek ji bo jinên rojavayê Kurdistanê hate dayîn.
 
Li Nûnertiya PYD’ê ya başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê duh êvarê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinê li ser azadî û şîdeta li jinan semînerek ji bo jinên rojavayê Kurdistanê hate dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo jinên di riya azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Semîner ji aliyê Aktîvîsta Mafên Jinan Lêman Şewaş ve hate dayîn.
 
Di semînerê de qala girîngiya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinê hate kirin û hate diyarkirin ku divê jin bi xwe xwedî li mafên xwe derkevin.
 
Aktîvîsta Mafên Jinan Lêman Şewaş got: “25’ê Mijdarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke roja têkoşîna li dijî şîdeta li  jinê hatiye diyarkirin. Ev roj li hemû cîhanê weke roja têkoşîna jinan tê dîtin. Ev roj çavkaniya xwe ji berxwedana sê xwişkên li dijî zilm û zordariyê jiyana xwe ji dest dan  digire. Lewma her sal di vê rojê de bîranîna wan tê kirin.”