Gumanbarê êrîşa zayendî Burak Ercan li ser peywirê ye

  • 09:06 13 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL- Li Lîseya Anadolu ya Navenda Cizîrê cigirê Midûr Burak Ercan li gelek zarokan êrîşa zayendî kiribû û hat hînbûn ku hîna peywira xwe didomîne. Sekretera şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Senê Gamze Yildirim da zanîn ku gumanbar hîna dixebite û bi vê jî êrîşa zayendî tê rewakirin.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê  derketibû holê ku nûnerê Egîtîm Bîrsen yê li Lîseya Anadolu ya Navendê cigirê midûr bû, ji 40’î zêdetir zarokan êrîşa zayendî kiriye. Darizandina gumanbar sê sal û nîv şûnde di rojên borî de hat kirin û di pêvajoya derbasbûyî de tu tiştek nehat kirin. Mamosteyê gumanbar berovajî vê tayînî dibistaneke Stenbolê hat kirin. Malbat û kedkarên perwerdê îtîraz kiribûn lê tevî vê gûmanbar Burak Ercan hîna nehatiye girtin.
 
Peywira xwe didomîne
 
 Daraz gumanbar nagire û rayedar jî li şûna gumanbar Burak Ercan bigirin ewil tayînê Dibistana Navîn a Orhangazî kirin û niha peywira xwe didomîne.
 
‘Îstîsmar tê rewakirin’
 
Sekretera Şaxa Hehjmar 7 a Egîtîm Senê Gamze Yildirim da zanîn ku pêvajoya li Stenbolê ji nêz ve dişopînin û got: “Gumanbar hîna dixebite û ev hevkariya sûcê êrîşa zayendî ye. Wezaret divê di pêvajoyên edlî de li alî zarokan be. Tu hinceta êrîşa zayendî ya li beberî zarokan tune ye. Ji ber vê jî negirtina gumanbar tu hinceta wê ya hiqûqî tune ye. Pêvajoya dozê didome, gumanbar hîna li ser peywirê ye û ev rewş jî êrîşa zayendî rewa dike.
 
‘Bêbaweriya saziyên perwerdê dertê holê’
 
Gazmeyê daxuyakirin ku di derketina holê ya  êrîşa zayendî de piştgiriya mamosteyê rehber û Egîtîm Sen'a Şirnexê hebû û bi malbatan re têkoşîn hatiye meşandin. Gamze wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li saziyên perwerdê veşartina êrîşa zayendî, rê li ber bêbaweriyê vedike.  Rewşa bêewlebûnê zêde dike. Heta qanûnên ku jin û zarokan diparêzin bi bandor pêk neyên, tedbîr neyên girtin, gumanbar neyên cezakirin, ji bo zarokan hawîrek bi ewle nikare bê avakirin.”
 
‘Em nizanin li kîjan saziyê dixebite’
 
Gamzeyê bi lêv kir ku wek Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê şopdarê bûyerê ne û sala borî gumanbar li Dibistana Navîn a Orhangazî dixebitî û ev bi saya malbatekê fêr bûne. Gamzeyê ev tişt anî ziman: “Em ketin tevgerê, me ji malbat û mamosteyan re got û piştre me bi Midûriyeta Perwerdê re hevdîtin kir. Midûriyeta Perwerdê got wê Burak Ercan şûnde bigirin xizmetê. Piştre em fêrbûn ku tevî kadroya wî li Dibistana Navîn a Orhangazî heye jî li wir naxebite. Em ji Midûriyeta Perwerdê ya Sultangazî fêr bûn ku şûnde girtine xizmetê.  Lê em li dijî vê ne û dibêjin heta doz bi encam nebe bila ji kar bê girtin. Mixabin niha Burak Ercan di xebite. Mixabin em nizanin li ku dixebite jî.”
 
Tiştên divê li dijî êrîşa zayendî bên kirin
 
Gamzeyê destnîşan kir ku wê şopdarê dozê bin û got: “Baweriya me ya bi mekanîzma edeletê her diçe kêm dibe.  Biryarên darazê mexduriyetê girantir dikin. Ji bo pêşîgirtina li êrîşa zayendî divê zarok di temenê biçûk de bibin xwedî agahî. Li dibistanan divê dersên berfireh yên zayendî bên dayîn. Divê bizanibin ew tenê li ser bedena xwe xwedî mafin.”
 
‘Divê tevgerên zarokan bê şopandin’
 
Gamzeyê her wiha di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tevgerên zarokên êrîşa zayendî li wan hatiye kirin û got divê teqez tevgerên wan bên şopandin. Gamzeyê di dawiya axaftina xwe de  wiha got: “Piştî ku êrîşa zayendî bê tespîtkirin divê pir baldar nêzî zarok bibin û ji asta sûcdariyê dur bikevin. Ev nêzîkatiyên li hember zarokan, bi têkoşîna jinan dikare bê tasfiyekirin.”