ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 13 Mijdar 2021
  • Rojev
*Li navend û gelek navçeyên Muşê li nexweşxaneyan ji ber kêmbûna bijîşkan pirsgirêkên tên jiyîn, didomin. Li Muşê hejmara bijîşkan kêm e û nexweş sewqî bajarên din tên kirin.
 
*Amedekariyên zivistanê bi çêkirina şerbeta hinaran re tê temamkirin. Çêkirina şerbeta hinaran di pêvajoyên zehmet re derbas dibe. Adîle Aksoy a ku ev pêvajo nîşanî me kir wiha got:"Rexmê hemû zehmetiyan em di nava amadekariya zivistanê de bi hevkariyek mezin dixebitin û ev jî me kêfxweş dike." DÎMEN HEYE
 
*Partiyên sosyalîst ên çep ku HDP di çarçoveya deklerasyonê de çû serdana wan, diyar kirin ku AKP-MHP hatine  asta têkçûnê û ji vir şûnde gavên bên avêtin girîng in û gotin: “Em deklerasyonê ne tenê bi HDP’ê di bin berpirsyariyariya çepa Tirkiyeyê de jî dinirxînin. Hewcedariya me bi pratîkek mezin ya terza xebatê ya pêşiya gel vedike heye.“ DÎMEN HEYE
 
*Li Lîseya Anadolu ya Navenda Cizîrê cigirê Midûr Burak Ercan li gelek zarokan êrîşa zayendî kiribû û hat hînbûn ku hîna peywira xwe didomîne. Sekretera şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Senê Gamze Yildirim da zanîn ku gumanbar hîna dixebite û bi vê jî êrîşa zayendî tê rewakirin.
 
* Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê û TJA, starta kar û xebatên xwe yên 25'ê Mijdarê dê li navenda Şirnexê bidin. (13.00)