Li Meletê erdhej pêk hat

  • 17:05 12 Mijdar 2021
  • Rojane
 
MELETÊ -  Li navçeya Şîroyê ya girêdayî Meletê erdhej a bi pîleya 5 pêk hat. 
 
Li navçeya Şîroyê ya girêdayî Meletê erdhej a ku navenda wê li Bolukaya ye saet di 12.19'an de pêk hat. Pîleya erdhejê ji hêla Rasatxaneya Kandîlliyê ve 5, ji hêla AFAD'ê ve jî wek 4.7 hat ragihandin. Derbarê erdheja ku li heremê jî hat hîskirin de AFAD'ê daxuyanî da û got:" Heya niha agahiyên  neyînî nehatiye ragihandin. Xebatên me didomin û em  geşedanan dişopînin."