Çalakiya jinên HDP'ê wê li ciyê ku Denîzê lê hatiye qetilkirin dest pê bike

  • 15:14 12 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî dîroka xwe ya çalakiyê eşkere kir. Çalakiya 25'ê Mijdarê wê ji aliyê jinan ve li Îzmîrê ciyê ku Denîz Poyraz lê hatiye qetilkirin dest pê bike. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dîroka çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî eşkere kirin. Wê di çarçoveya çalakiyê de jinê balê bikşînin ser mijara îstîsmara zarokan, komkujiya jinan û polîtîkayên şerê taybet. Bername wê li bajarê herêmê, her wiha li navçeyên Pîran, Çinar, Pasûr, Hêne û Farqînê yên ku girêdayî Amedê ne pêk were. 
 
Wê çalakî li Îzmîrê dest pê bike
 
Meclîsa Jinan wê di 18'ê Mijdarê de li Îzmîrê bi bibîranîna Denîz Poyraz a ku ji aliyê Onur Gencer ve bi êrîşa nîjadperestî jiyana xwe ji dest da daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî pêk bîne. 20'ê Mijdarê jî wê li Colemergê daxuyanî bê dayîn. Di çarçoveya daxuyaniyê de jinê balê bikşînin ser destdirêjî û tecawizên li ser zarok û jinên heremê û polîtîkayên şerê taybet. Dê Meclîsa Jinan di 23'yê Mijdarê de jî tevlî koma civînê ya HDP'ê bibin. 
 
Dîroka bernameya li herêmê wiha ye: 
 
Amed
 
*17'ê Mijdarê: Şandina qertan a ji jinên di girtîgehan de, daxuyaniya çapemeniyê,
*21'ê Mijdarê: Bi malbatên girtiyan re li ser binpêkirinên mafan û tecrîda li ser girtîgehan tên meşandin û êrîşa zayendî ya li ser Garîbe Gezer wê daxuyaniya bê dayin,
*24'ê Mijdarê: Bi hemû tevgerên jinan ên Tirkiyeyê re li hemberî mijara komkujiya li ser jinan xebata hashagê wê bê kirin,
*24'ê Mijdarê: Bi Platforma Jinan a Amed Dîcleyê re (DAKAP) wê panel bê lidarxistin,
*24'ê Mijdarê: Li hemberî cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn dê li ber edliyeyê daxuyanî bê dayin,
*25'ê Mijdarê:  Meşa meşaleyî wê bê lidarxistin.
 
Semsûr
 
*15'ê Mijdarê: Serdana bazirganên jin a navçeya Serê Golan û Bêhiştî, belavkirina qerenfîl û broşurên desta,
*15'ê Mijdarê: Bîranîna karkerên cotkar ên jin ên  ku di 2013'an de li Pira Çaqalê bi qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dan û daxuyaniya çapemaniyê, 
*16'ê Mijdarê: Li navçeyên Alduş, Sîncîk û bajaroka Komurê serlêdanên malbatan û belavkirina broşur û qurnefîlan,
*17'ê Mijdarê: Li navçeyên Kalik û Şemîzînanê serdanên malbatan û belavkirina broşur û qurnefîlan,
*18'ê Mijdarê: Serdana xebatkarên jinên tekstîlê,
*19'ê Mijdarê: Serdana xebatkarên jinên bazirgan ên li navendê,
*20'ê Mijdarê: Nîşandana fîlmê ji bo Gulîstan Doku û Denîz Poyraz,
*21'ê Mijdarê: Panêla li ser tundiya jinan
 
Êlih
 
*13'ê Mijdarê: Li navçeya Hezoyê nîşandana filîman,
*25'ê Mijdarê: Wê meş bê lidarxistin,
 
Şirnex
 
*13'ê Mijdarê: Li navendê destpêkirina 25'ê Mijdarê,
*15'ê Mijdarê: Li navçeya Qilabanê panêla li ser tundî û jinê,
*17'ê Mijdarê: Li navçeya Bêşebabê çalakiya firandina nepoxan,
*20'ê Mijdarê: Çalakiya pêlavê û vegotina çîroka jinên ku hatine qetilkirin, 
*23'ê Mijdarê: Li navçeya Hezexê çalakiya zincîrên binefşî,
*25'ê Mijdarê: Li navçeya Silopiyê meş, 
 
Sêrt
 
*25'ê Mijdarê: Panel û daxuyaniya mijara tundiya li ser jinan, 
 
Riha
 
*15'ê Mijdarê: Çalakiya zincîr û nepoxên binefşî û destpêkirina 25'ê Mijdarê,
*21'ê Mijdarê: Ji jinên girtîgehan re şandina qert û pirtûkan, 
*22'yê Mijdarê: Hevdîtinên jinên li gundan,
*24'ê Mijdarê: Platforma Jinan a Rihayê wê serdana Emîne Şenyaşar bikin,
*25'ê Mijdarê: Daxuyaniya Platforma Jinan a Rihayê
*Firandina nepoxan a ji bo jinên ku li Çemê Firatê hatine qetilkirin, 
 
Dersim
 
*19-20-21'ê Mijdarê: Pêşangeh a ji bo jinên ku hatine qetilkirin,
*25'ê Mijdarê: Daxuyaniya çapemeniyê  û meşa bi meşaleyî,
 
Dîlok
 
*25'ê Mijdarê: Panêl a li ser mijara jin, tundî û meşê,
 
Mêrdîn 
 
*15'ê Mijdarê: Li rêxistina HDP'ê ya Mêrdîn'ê bi daxuyanîya çapemeniyê destpêka 25'ê mijdarê, 
*16'ê Mijdarê: Li avahiya navçeya Kerboranê daxuyanî,
*17'ê Mijdarê: Li  gundê Bacînê yê navçeya Midyadê ji bo jinên êzidî ku hatin qetilkirin bibîranîn,
*18'ê Mijdarê: Li gundê Barmanê yê navçeya Stewrê civîna bi tevlîbûna dengbêjên jin,
*19'ê Mijdarê: Li navçeya Şemrexê civîna jinan,
*20'ê Mijdarê: Li  gundê Curnîkê yê navçeya Artukluyê civîna jinan, 
*21'ê Mijdarê: Li navçeya Qoserê civîna jinan û xwepêşandana dramayê, 
*22'yê Mijdarê: Li navçeya Nisêbînê civîna bi jinên TOKI'yê re,
*23'yê Mijdarê: Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazîyê hevdîtinên bi gundiyan re,
*24'ê Mijdarê: Li gundê Zeytunayê civîna jinan, 
*25'ê Mijdarê:  Li navçeya Mehsertê li gundê Denîz Poyraz Xirbêmirîşkê meşa dawî. 
 
Wan
 
*22'yê Mijdarê: Bi tevlîbûna pedagog semînera li ser mijara tundî û îstîsmarê, 
*23'yê Mijdarê: Tevlîbûna pêşangeha KESK’ê, 
*25''ê Mijdarê: Daxuyaniya çapemeniyê û meşa bi meşale, 
 
Edene
 
*15'ê Mijdarê: Bi daxuyaniya çapemeniyê starta 25'ê mijdarê, 
*23'ê Mijdarê: Bi navê “Xebata Bîra Jinan” pêşangeha wêneyan, konsera muzîkê, helbest û nîşandana sînevîzyonê,
*25'ê Mijdarê: Meşa bi Platforma Jinan a Edeneyê re.
 
Mêrsîn
 
*15'ê Mijdarê: Bi daxuyaniya çapemeniyê starta 25'ê mijdarê,
*19'ê Mijdarê: Li  taxa Fahrettînpaşayê ya navçeya Tarsusê civîna jinan,
*20'ê Mijdarê:  Li navçeya Akdenîzê civîna jinan,
*18'ê Mijdarê:  Li navçeya Toroslarê nîşandana sînevîzyonê 
*17'ê Mijdarê: Li navçeya Yenîşehîrê nîşandana sînevîzyonê,
*25'ê Mijdarê: Bi Platforma Jinan a Mêrsînê re meşa şevê.
 
Hatay
 
*18'ê Mijdarê: Bi Platforma Jinan a Îskenderûnê re şandina qertan a ji jinên di girtîgehan de,
*20'ê Mijdarê: Bi Platforma Jinan re panela ji bo 25'ê Mijdarê,
*22-25'ê Mijdarê: Xebatên medyaya civakî, afîş û daxuyaniya çapemeniyê,
*21'ê Mijdarê: Bi Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Hatayê re bi tevlîbûna hemû navçeyan li Dortyolê civîna jinan.
 
Osmaniye
 
*17'ê Mijdarê:Bi Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Navendî re civîna jinan.
 
Îzmîr
 
*20'ê Mijdarê: Li Rêxistina HDP'ê  ya Îzmîrê nîşandana fîlîm,
*23'yê Mijdarê: Li navçeyan belavkirina belavokan,
*25'ê Mijdarê: Forûma li di jî cureyên tundî û çareseriyê.
 
Denîzlî
 
*21'ê Mijdarê: Nîşandana sînevîzyonê û civîna jinan a çareserî û li di jî tundiya ser jinan.
 
Mugla
 
*22'yê Mijdarê: Li navçeya Bodrûmê kargeha çareseriyî û li dijî tundiyê, 
*23'yê Mijdarê: Li navçeya Mîlasê kargeha li di jî tundî û çareseriyê.
 
Antalya
 
*16'ê Mijdarê: Hevpeyvîn a bi mijara 'cureyên tundî û çareseriyê'.
 
Manîsa
 
*21'ê Mijdarê: Hevpeyvîn a bi mijara 'cureyên tundî û çareseriyê'.
 
Enqere
 
*25'ê Mijdarê: Bi Platforma Jinan a Enqereyê re hevdîtin. 
 
Eskîşehîr
 
*25'ê Mijdarê: Mitînga bi Platforma Jinan a Eskîşehîrê re 
 
Stenbol 
 
*14'ê Mijdarê: Li 3 herêma panelên bi mijara 25'ê Mijdarê
*Tevlîbûna çalakiyên 25'ê mijdarê ku ji aliyên Platforma Jinan tê lidarxistin
 
Kocaelî
 
*24'ê Mijdarê: Panêl a li di jî tûndiya li ser jinan.
 
Bursa
 
*21'ê Mijdarê: Li navçeya Yildirimê panêl a li di jî tûndiya li ser jinan.
 
Tekirdag
 
*21'ê Mijdarê: Civîna jinan.