Emîne Şenyaşar derdikeve pêşberî dadgehê: Zilm berdewam e

  • 13:53 12 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar bi îdiaya ku “heqaret” li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye wê derkeve pêşberî dadgehê. Lawê Emîne Ferît Şenyaşar bal kişand ser rewşa daiyika xwe û got: “Dayika min wê sûcdariya qebûl bike û bixwaze ku ji asta herî bilind were cezakirin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 249’emîn de didome. Dayik Emîne Şenyaşar bi hinceta ku “heqaret” li Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye sat di 14.00’an de derkeve pêşberî 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Rihayê. 
 
Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re bênavber Nobeta Edaletê didomîne wiha got: “Her roj di bin desthilatdariya AKP’ê de bêhiqûqiyek nû dikeve dîrokê. Îro danişîna dayika min heye. Wê derkeve pêşberî dadgehê û îfadeyê bide.”
  
Ferît Şenyaşar, bi bîr xist ku komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat li pêş çavên dayika wî qewimîn û wiha berdewam kir: “Dayika min her roj digirî li vir dilorîne. Teşhîs kir ku kê li nexweşxaneyê komkujî pêk anî ye. 3 sal û 5 meh di ser bûyerê re derbas bûn. Yek kes jî nehatiye girtin. Dayika min hin dermanên dêrûniyê yên giran bikartîne. Nayê bîrê çi dibêje. Heke li dijî tiştên dayika min dijî dozgeran sûcek dîtibe, wê dayika min wî sûcî qebûl bike û wê di asta herî jor bixwaze ku were cezakirin. Li dijî vê yekê têkildarî 3 mirovên ku li pêş çavê dayika min hatin qetilkirin, îfadeya kesê nayê wergirtin? Ev e hiqûq? Hêza dozgeran têra dayika min dike? Ji ber kesên komkujî pêk anîn di kontrola parlementer de ne kes destê xwe nadeyne bin kevir. Vîna dozgeran bi temamî ji destê wan hatiye girtin, zilm berdewam dike.”