Serhildana Sêmalkayê di roja 39'emîn de ye: Helwesta PDK'ê şerm e

  • 12:17 12 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 39'emîn roja çalakiya ji bo girtina cenazeyên li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yên di destên PDK'ê de hat gotin helwesta PDK'ê şerm e û ew ê dev ji çalakî û têkoşînê neyê berdan. 
 
Cenazeyên HPG'yiyên di kemîna Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de jiyana xwe ji dest dan teslîmî malbatên wan nayên kirin. Malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kon vedan û çalakiya xwe di roja 39'emîn de didomînin. 
 
Piştgiriya ji bo çalakiyê didome û kesên tên serdanê pirsa "Çima PDK cenazeyên şehîdan nade?" dikin. Her kesên tên çalakiyê banga zelalkirina helwesta PDK'ê dikin û tînin ziman helwesta PDK'ê şerm e. Her wiha hat gotin dê dev ji çalakî û têkoşînê neyê berdan.