Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê dê li ser çekên kîmyewî lêkolînê bike

  • 09:17 12 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê diyar kir ku dê derbarê çekên kîmyewî de ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê tê bikaranîn lêkolîn bê kirin. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê li navçeya Arîzonayê ya girêdayiyê ABD'ê bi Komeleya Mexdûrên Çekên Kîmyewî ya Helepçê re civînek li dar xist. Gelek kes tevlî civîna ku li Eywana Navenda Çand û Hunerê bi dirûşma " Zarokên Windayî yên Helepçeyê" hat lidarxistin, bûn. 
 
Di civînê de derbarê çekên kîmyewî de  ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê tê bikaranîn hat nîqaşkirin û hat gotin ku di demek nêz de li heremê wê lêkolîn bê kirin. 
 
Berpirsyarê Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê Seyîd Selah Baxçeyî  di projeya Zarokên Windayî yên Helepçeyê de hatin cem hev û derbarê çekên kîmyewî yên ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê tê bikaranîn de ev tişt got: " Di demek nêz de rêxistina me wê here Herêma Federe ya Kurdistanê û di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolînê bike. Wê li ser vê mijarê teqez bixebitin."