ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 12 Mijdar 2021
  • Rojev
 
*Li dijî bikaranîna çekên kimyewî ya ku li gor çavkaniyên herêmî tê gotin ji aliyê Artêşa Tirk ve di êrîşên xwe dersîor de tê bikaranîn bertekên gel her ku diçe zêdetir dibin lê belê derheqê mijarê de NY û welatên Ewropayê bêdenggiya xwe diparêzin. Seroka Rêxistina Dabîn a Geşepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan, Dilsoz Zengene, destnîşan kir ku divê NY û Îraq li dijî sûcên li kurdan tên kirin hesab bidin.
 
*Rexistina  HDP’ê ya Amedê dê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma  “Em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî  tecrîdê  bişkênin, demokrasiyêk azad  ava bikin”  pêk bîne. Jinên sîyasetmedar diyar kirin ku hevdîtinên ji bo kongreyê moral û motîvasyonek baş didin û destnîşan kirin ku ew ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî di serdema nû de ji pêvajoyê re bibin bersîv. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku tecrîda li ser Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi têkoşînê dikare bê şikandin û gotin dem dema azadiya Rêbertiya wan e. DÎMEN HEYE
 
*Ji Atolyeya Jîneolojiyê civaknas Neslîhan Şedal da zanîn jineolojî zanista parastina rewa ye û got desthilatdarî bajarên ku parastina rewa lê xurt e hedef digire. DÎMEN HEYE
 
*Endama Kordînasyona TAJÊ  Riham Heco têkildarê salvegera rizgariya Şengalê bi ajansa me re axivî û got: “Nexşeya fermanê hîna di pêvajoya rejîma sedam de hatibû tekûzkirin. Ferman bi destên PDK’ê re jî berdewam dike. Lewra rêxistina me civaka êzîdi û li dijî hovitiyê rêxistina jinê çavê hemû dijminan ditirsîne û êrişên wan vala derdixe. Serkeftina me di 13’ê Mijdarê de bi dest xistiye hîna dewam dike. Wê bi têkoşînê jî azadiya me mîsoger bibe." DÎMEN HEYE
 
*"Ji bo em ji terza nivîsandin û şîrovekirin û fêrbûnê ku modernîteya kapîtalîst bi salan fêrî me kir, xilas bibin û bikevin faliyetên zanisteke cuda, di alî me de zehmet bû. Hem rexneyên ji xwendevanan dihat, hem jî em kesên di xebatên de cih digirin, ev mijar li ber me wek kêmasî bû. Di vî alî de me di her hejmara xwe de bi baldarî û hewl da zimanê xwe zelal bikin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Jinên taxa Bîçer diyar kirin ku ji du rojan carê av tê dayîn û ava tê jî wekî heriyê ye, gelek kes ji ber vê nexweş ketine. Jinan gotin divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kurtululan a di Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê de cih digire got hewl tê dayîn mirovahî li girtîgehan bê kuştin û got ji aliyê gardiyanan ve destdirêjî li dijî jineke li Girtîgeha Kayseriyê hatiye kirin, lê rêveberiya girtîgehê jin sûcdar dîtiye, der barê gardiyanan de tiştek nekiriye.DÎMEN HEYE