'Keştiya Azadiyê' wê li Napolî bi girseyî bê pêşwazîkirin

  • 08:42 12 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 'Keştiya Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Atînayê bi rê ket, wê li bajarê Napolî yê Îtalyayê bi rengekî girseyî bê pêşwazîkirin.
 
Aktîvîstên 'Keştiya Azadiyê' ku 9'ê Mijdarê ji herêma Lavrîo ya paytexta Yewnanistan Atînayê bi rê ketin, îro di salvegera 23'yan a hatina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Îtalyayê, wê bigihêje bajarê Napolî.
 
Derdora 40 aktîvîst, nûnerên civakî yên sivîl, parêzer, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên ji deverên cuda yên cîhanê, wê li bajarê Napolî bi rengekî girseyî bêne pêşwazîkirin.
 
Bi vê çalakiyê re ku di heman demê de weke 'Karwanê Azadiyê' jî tê pênasekirin, daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin. Her wiha tê xwestin ku projeya konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan bigihêje girseyên gel û têkoşîna li dijî êrişên dewleta tirk bê mezinkirin.
 
Li Napolî jî bernameyeke berfireh heye. 'Keştiya Azadiyê' wê 12'ê Mijdarê danê nîvro li qada Pisacane ya bendera Napolî bê pêşwazîkirin. Tê payin ku aktîvîst di destpêkê de li vir daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
 
Saet di 16:00'an de jî wê li Modernissimo Sînemayê ya li Cisterna dell'Olio'yê bi beşdariya gel konferansek bê lidarxistin.
 
Saet di 21:00'an de wê li Ex Asilo Filangieri'yê (vico Maffei) konserek bê dayin. Ji çalakgerên keştiyê Yelda Abbasî, Fatemeh Esmaelian Zare, Ferqîn Azad, Tûran Yapiştir, her wiha Ciccio Merolla, Carmine d'Aniello, 'E Zezi, Davide della Monica û Suonno d'Ajere wê derkevin ser dikê.