Platforma Jinan a Mersînê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir

  • 15:03 11 Mijdar 2021
  • Rojane
 
MERSÎN - Platforma Jinan a Mersînê, bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr û dewletê em biçin xweparastinê, di 25'ê Mijdarê de em derkevin kuçeyê" bi civîna çapemeniyê bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir. 
 
Platforma Jinan a Mersînê, bernameya xwe ya ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi raya giştî re parve kir. Platformê, bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr û dewletê em biçin xweparastinê, di 25'ê Mijdarê de em derkevin kuçeyê" li Şaxa Egîtîm Senê ya Bajar civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin li ser navê Platformê Zeynep Benlî xwend. Zeynep, destnîşan kir ku wê li dijî tundiya "mêr-dewletê" li kuçeya bin û wiha got: "Her roja ku derbas dibe hejmara jinên tên kuştin zêde dibe. Li şûna faîlan jinên ku serî li xweparastinê didin tên cezakirin." 
 
Li gorî bernameya ku hat ragihandin wê ji 12'ê mijdarê heta 27'ê mijdarê ji aliyê jinan ve li deverên cuda yên bajar hevdîtin bi jinan re bên kirin, panel bên sazkirin, meş bên lidarxistin, fîlm bên nîşandan û atolye bên kirin.