Leyla Guven: Em ê govenda Rojava bi hev re azad pêşwazî bikin

  • 09:03 11 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
XERPÊT - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li girtîgehê dimîne ji ajansa me re axivî û got: “Em jinên girtiyên siyasî dilê xwe tevli dilê we dikin û li qadan bi we re ne. Bi reqsa Las Tesîs re govenda Rojava em ê bi hev re pêşwazî bikin.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCDK) Leyla Guven ku der barê wê de bi hinceta ‘rêveberiya rêxistinê’ doz lê hat vekirin û 22 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, li girtîgeha lê dimîne ji ajansa me re axivî.
.
Leylayê der barê rewşa girtîgehê û dema wan çawa derbas dibe de wiha axivî: “Dema em li derve têdikoşina me dizanibû ku em zîhniyeta serdest ditirsînin. Ji ber vê jî li vî welatî xeteriya girtinê zêde ye. Ji ber vê jî em bi fikrên zelal û serbilind hatin girtîgehê. Me ecizî nekir. Em dizanin ku di têkoşîna azadiyê de rawestgeh girtîgeh e. Ji ber vê em dizanin ku girtîgeh ji bo me cihê lêkolîn û hilberandinê ye.  Girtîgeh qadên veguherînên şoreşî ne.  Girtiyên polÎtîk girtîgehan vediguherin qadên jiyana koloektîf û dîsîplinê.”
 
‘Me nêzî 400 pirtûkî xwendine’
 
Leylayê der barê faliyetên dimeşînin de bi lêv kir ku faliyeta xwendina pirtûkan bi rêk û pêk, îstîkrar dimeşînin û got: “Jinên li vir heta niha nêzî 400 pirtûk xwendine. Xebatên nivîsandinê tên kirin. Herî dawî me bi zimanê dayikê xebata broşurê kir. Em lêkolînan dikin. Di mijarê dîroka jinan, tevgera jinan, dîroka femînîst, tevgera jinên Kurd, dîroka Rojhilata Navîn a Nêz, dîroka olan de xwendin tên kirin. Em her roj saetekê sporê dikin. Em nûçeyan, bernameyan belgefîman dişopînin. Hefteyê du caran fîlmên biyanî temaşe dikin. Em bernameyên moralê dikin. Em zindanan bi tilîliyan dihejîn.”
 
‘Binpêkirin hertim hene’
 
Leylayê wiha balkişand ser binpêkirina mafan: “Binpêkirin hertim hene, her diçin zêde dibin.  Serdest dixwazin girtiyan bi rêbazên dijmirovahî teslîm bigirin. Lê ew jî dizanin ev ne pêkane. Di vê mijarê de dîroka berxwedanê bi dîroka îşkence û zextê pêş ketiye.  Zîhniyeta serdest ya ji fikra azad ditirse, îro jî li girtîgehan kaosê diafirîne. Girtiyên siyasî di ferqa vê plana qirêj de ne. Bi şev bi ser koxuşan de digirin. Li koxuşên siyasî çeteyên DAIŞ’ê bi cih dikin. Li ser piyan jimartin, lêgerîna tazî û gelek îşkenceyên din dikin. Bi hinceta pandmeiyê hemû maf tên astengkirin. Ji hevdîtinan bigirin heta aktîvîteyên civakî. Bêguman girtiyên jin wek her tim binpêkirin û îşkenceyan hîn bêtir giran dijîn. Dayikên bi zarok du salin nikarin zarokên xwe bibînin. Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Em girtiyên polîtîk bi salane bal dikşînin ser tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan. Me gotibû ev ranebe wê bandor li ser hemû girtîgehan bike.”
 
‘Plana wan a têkbirinê bi ser nakeve’
 
Leylayê der barê plana têkbirinê ya AKP-MHP’ê de jî axivî û daxuyand: “Ev plan tu car bi ser nakeve. Niha jî plana wan ev e; girtiyên cezayên wan qedyane di hundir de digirin. Rewşa hemû girtiyan dizanin. Jiber dizanin ku wê konsepta teslîmgirtinê vala derxin ketin nav tirsek mezin. Bi operasyonên qirkirinê derve vala kirine, bi van tahliyeyan dibêjin wê disa derve zindî bibe û ditirsin ku gelê Kurd ji vê rewşê moralê bigire. Ji ber vê jî  serî li her cureyê dijhiqûqiyê didin. Em jî dibêjin ku dest ji ser girtîgehan bidin alî.”
 
‘Em nikarin xwe bigihînin nûçeyên rast’
 
Leylayê der barê rewşa li derve de jî ev tişt anî ziman: “Di her alî de em tên tecrîdkirin û em nikarin xwe bigihînin nûçeyên rast. Radyoyên yek frekans û 23 kanalên Tirk yên çapemeniya alîgir ya desthilatdariyê hene. Yenî Yaşam, Xwebûn, Evrensel, kovara Modernîte, Jîneolojî û gelek weşanên din nayên dayîn. Bi derfetên kêm em agahiyan ji derve digirin. Li gorî em dizanin rewş jî qet nebaşe. AKP ji 2002’an heta niha bi krîz û kaosa ku afirand bû desthilatdarî. AKP’ê di seranserê desthilatdariya xwe de bi tevgera tifaqadan riya xwe berdewam kir.Yanî tu car wek yek partiyekê tevnegerya. Em dikarin bêjin tifaqa tarîkatan. Duh bi cematê re îro bi MHP’ê û kêm be jî bi ergenekokê û gelek tarîkatên din hatiye dawiya rê. Her wiha di hemû qadan de ketiye xetimîneke mezin. Naqokiya xizan dewlemend tu car evqas giran nebibû.”
 
‘Gihiştiye lûtkeya zilma xwe’
 
Leylayê destnîşan kir ku AKP ji roja hatiye desthilatdariyê xwe bi tiştên ku dema komarê de hatine kirin û nehatine kirin, pîva. Bi hesreta xwe ya ji bo împaratoya Osmanî, xewnên Sêva Sor dît. AKP di hemû pirsgirêkên welat (Elewî, ked, perwerde, xizanî, betalî û jin) de têk çû. Di qirkirina Kurdan de jî ser ketiye. Di 80 sal dîroka komarê de komkujiyên li hember Kurdan pêk hatine, AKP’ê bi versiya nû domandye û di zilma daye jiyankirin de gihiştiye lûtkeyê.
 
‘Tiştên komarê kir, AKP’ê di 20 salan de kir’
 
 Em çend mînakan bidin. Li Dêrsîmê Kurd di şikeftan de hatin şewitandin. AKP’ê jî di bodrumên Cizîrê de Kurd zindî şewitandîn. Li Wanê 33 Kurd hatibûn gulebarankirin. Li Qilabanê 34 zarok hatin bombebarankirin û qetilkirin. 17 hezar kuştinên kiryar nediyar hatin kirin. (Mehmet Sîncar, Vedat Aydin, Muhsîn Melîk). Dayika Taybet li Sîlopiyê bi rojan nav xwînê de li erdê ma.  Şêx Saît, Seyîd Riza hatin darvekirin. Tecrîda Giran li ser Birêz Ocalan pêk tê. Tiştên komarê di 80 salî de kirin, AKP’ê di 20 salan de kirin.”
 
Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “CHP partiya herî kevn û ya ewil a Tirkiyeyê ye. Ji ber vê xwedî rolek girîng e. Tevi ku xwedî paşerojeke bi koke statukoyî ji ser xwe neavêtiye û ronesansa xwe pêk neaniye. Ji ber vê jî qet nebûye desthilatdarî her tim cihê xwe de maye. Ji bo pirsgirêka herî girîng ya welat di mijara pirsgirêka Kurd de projeyek şênber ava nekiriye û ev bêtaliyek mezine. Bendewaiyên civakê ji CHP’ê hene. Lê ev yek jî pêk neaniye. CHP’ê ji 1938’an heta niha hîna ji Dêrsîmê re negotiye Dêrsîm. Niha ji van kêmasiyan xwe hinek dide alî û hewl dide rê û rêbazek nû diyar dike.  Serokê Giştî yê CHP’ê kêm û qels be jî navê pirsgirêkê rast daniye (gotiye pirsgrêka Kurd,ji bo gelê Kurd pêngavek biçûk lê ji bo partiya xwe pêngavek mezin avêtiye) ji tezkerê re gotiye na, ev pêngavek girÎnge. Di mehên pêş de em ê bibînin ku ev taktîkek der barê hilbijartinan de ye an jî nêzîkatiyeke xwerexnedayînê ye.”
 
Leylayê balkişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Ser Jinê ya Cîhanê û got jin li aliyekî amadekariya rojê dikin û li aliyê din jî tabutên jinên tên qetilkirin hildigirin û wiha dirêjî dayê: “Me jinên girtî got isal bila 25’ê Mijdarê diyariyê jinên Afganîstanê bê kirin.  Mirov jî di sedsala 21’ê de  ekolojî, felsefe, hevdemî, nirxên gerdunî û demokrasiyê nîqaş dikin, lê li Rojhilata Navîn û bi taybet li Afganîstanê di şexsê Talîban de zîhniyetek tarî dertê holê.  Ev koma mêr ya dijminê jinê li ber çavê hemû cîhanê jinan hepsî malê dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îfade kiribû ku wê di sedsala 21’ê de nakokiya zayendî pir giran bê jiyîn. Gelek mafdar e. Em niha baş fêm dikin. Jİ ber jin her roj ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Çi ma? Ji ber jin serî natewînin.  Klîşeya ‘qedera me ev e’ red dikin. Birêz hevalên jin em vê 25’ê Mijdarê hestiyar, xemgîn û bi hêrs pêşwazî dikin, lê em bi biryarin.  Wê hesabe her jinekê bê pirsîn. 
 
‘Em ê govenda Rojava bi hev re pêşwazî bikin’
 
Em jinên girtiyên siyasî em dilê xwe tevli dilê we dikin, li qadan bi we re ne. Bi reksa Las Tesîs re govenda Rojava em ê bi hev re pêşwazî bikin.  Li ser navê 12 jinên li girtîgeha Xerpêtê girtî ne, ji dilên jinên li qadan ‘em ne di şînê de ne di serhildanê de ne, jin jiyan azadî’  qîr dikin, maçî dikin.”