ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 11 Mijdar 2021
  • Rojev
*Li gundê Rihanî yê Silopiyê ji meha cotmehê vir ve komkirina fistiqên bin erdê ku dest pê kiriye berdewam dike. Jinên ciwan ên ku fistiqan komdikin diyar kirin ku serê sibehê heta êvarê dixebitin, karê wan gelek zahmet e lê keda wan qet nayê dîtin û heqdesta ku divê bigirin nayê dayîn. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li girtîgehê dimîne ji ajansa me re axivî û got: “Em jinên girtiyên siyasî dilê xwe tevli dilê we dikin û li qadan bi we re ne. Bi reqsa Las Tesîs re govenda Rojava em ê bi hev re pêşwazî bikin.”
 
*Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re bi armanca balê bikşîne ser binpêkirina mafan a li girtigehan plana çalakiya du mehan xist jiyanê û wê di demên pêş de li qada bin. Berdevka însiyatîfê Fatma Yildirim, da zanîn ku wê rewşa girtiyan bidin bihistin. DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku pêdiviya vî welatî bi aştî û demokrasiye heye û gotin:"Ji ber polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê xitimandinek çêbûye. Lazim e ku çareserîyek bê kirin û gel ji bin vê tecrîdê bê rizgarkirin." DÎMEN HEYE
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo yekemîn rûniştina doza der barê Emîne Şenyaşar ku di roja 86’emîn Nobeta Edaletê de anîbû ziman lê hatibû vekirin de, banga tevlîbûnê kirin. Dayikan diyar kirin ku  gelo wê bi kîjan rûyî çi ji dayika Emîne bipirsin, wê çawa bidarizînin. DÎMEN HEYE
 
*Nivîskar Anja Flach a ku di Keştiya Azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan de cih girt, got fikrên Abdullah Ocalan nayên tecrîdkirin û ew ê wî azad bikin. DÎMEN HEYE
 
*Giretiyên Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê bi rêya malbatên xwe ragihandin ku nêzî 20 roj berê hêzên çevîk bi ser qawişên wan de girtine, dest danîne ser hîn alavên wan û îşkence li wan kirine. Malbatên girtiyan bertekê rewşê dan û xwestin ku dawî vê îşkenceyê bînin. DÎMEN HEYE