Bersiva Pervîn Buldan a li dijî Serkomarê AKP'ê: Tundiya baviksalarî ev e

  • 14:09 10 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a di civîna Meclîsa Jinê de axivî bertek nîşanî hedefgirtina Peymana Stenbolê ya ji aliyê Tayyip Erdogan ve da û got:"Faşîzm, yekperestî, tundiya baviksalarî ev e."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ji bo êrişên li ser jinan, li ser Peymana Stenbolê û diyarkirina têkoşîna polîtîk ya serdema nû li Navenda Giştî bi jinan re hat gel hevdu. Di civînê de axaftina destpêkê Pervin Buldan kir. 
 
'Em ê wekî jin vî welatî bi wekheviyê dorpêç bikin'
 
Pervînê da zanîn ji bo beşdariya civîna Meclîsa Jinê ew bi kelecan e û wiha got:"Her jineke ku di qada têkoşîna jinê li ber xwe dide rêya jiyaneke wekhev, demokrasî û edaletê lê dike. Em ê wekî jin vî welatî bi wekheviyê dorpêç bikin. Em ji vê yekê bawer dikin."
 
'Bi ser deh hezarî hevalên me di bin çavan de ne'
 
Pervînê bal kişand ser 5'emîn salvegera darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê û wiha domand:"Li dijî siyaseta me ya bi wekhevî û demokrasiyê pêş dikeve îktidara AKP'ê tevî hevserokên me Selahatin Demirtaş û Figen Yuksekdag 11 hevalên me yên parlamenter girtin û darbe li dijî partiya me pêk anî. Bi vî rengî xwest me bi paş bixe. Bi ser deh hezarî hevalên me di bin çavan de ne. Qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên me kirin."
 
'Meşa me ya mezin didome'
 
Pervînê da zanîn ku sedema operasyonan polîtikayên tasfiyekirinê yên li dijî partiya wan e û wiha domand:"Lê belê têkoşîna me ya li dijî vê darbeyê dewam dike. 5 sal in hevalên me di hundur de ne li sirgunê ne lê belê bi bawerî têkoşîna me û meşa me ya mezin didome. Dê dawiyê vê rêyê ber bi azadiyê ve biçe. HDP partiya jinê ye û dixwazin bi darbeyeke bêhiqûqî têk bibin. Lê belê kesên wiha dikin ji her alî ve têk çûne."
 
'Bi derewan dixwazin qeyranê veşêrin'
 
Pervînê da zanîn ku gel bi qeyranê rû bi rû dihêlin û wiha got:"Dibêjin Ewropa hesûdiya me dike û van gotinana dixwazin gel bixapînin. Bi derewan dixwazin qeyranê veşêrin. Bi siyaseta xwe ya xirab dixwazin vî welatî bi hêsanî talan bikin. Bi vê yekê jî li dijî siyasetama ya çareseriyê kaosê diafirînin."
 
Serokê Giştî yê AKP'ê li dijî jinan sûc kiriye
 
Pervînê da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP'ê li dijî jinan sûc kiriye û wiha got:"Zihniyeta AKP'ê wekî aborî û civakê dixwaze jinê bi mêran ve girê bide. Ji ber daraza wan a mêrane jin tên qetilkirin. Çimkî sîstema fikirandinê ya ji bo xemxuriya Peymana Stenbolê û parastinê ya vê zihniyetê tune ye. Faşîzm, yekperestî, tundiya baviksalarî ev e. Lê belê em ê li dijî zimanê we yê teşwîqa tundiyê dike têbikoşin."
 
'Em ê di 25'ê Mijdarê de koma xwe ya parlamentoyê ya jinê ava bikin'
 
Pervînê bal kişand ser 25'ê Mijdarê û wiha pê de çû:"Ev meha meha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Bi munasebeta 25'ê mijdarê em ê li parlamentoyê koma xwe ya jinê kom bikin. Têkoşîna me ya ji bo jinê dê bidome."
 
Gelê Kurd serkêşê vê îqtîdarê baş nas dike
 
Pervînê da zanîn gelê kurd serkêşê îktidarê baş nas dike û wiha domand:"Îqtîdara AKP'ê ya yekperest ku li hemberî jin, muxalefeta demokratîk û kurdan têkoşîna dijminane dide meşandin, ji ber vê helwesta xwe êdî nema dikare ji hundir derkeve û bi gel re biaxive. Vê îqtîdarê di warê civakî de meşrûbûna xwe winda kiriye. Serokê  Giştî yê AKP'ê dema diçe ber deriyê kurdan êdî nema dikare tu tiştî bibêje. Erdogan di demê borî de dema ku çûbû Êlihê li ber muzîka kurdî xwestibû dîmenekî xwe şîrîn bike nîşan bide. Lê bila li qusûrê nenêre Gelê Kurd serkêşê vê îqtdara ku êrîşî îradeya kurdan kir, qeyûm tayînî şaredariyên wan kir, dibistanên kurdî girtin û zimanê kurdî wekî zimanê nayê zanîn pênase kir baş nas dike. "
 
Jinên kurd rê nadin we
 
Pervînê bi lêv kir ku jinên kurd rê nadin dijminatiyê û wiha pê de çû:"Em polîtîkayên vê îqtîdara dijminantiya kurdan dike baş nas dikin. Em dizanin ku polîtîkayên jineke siyasetmedar a kurd, Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokan bi 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza dike ji aliyê kê ve tên pêşxistin. Ji ber vê jî ne kurd û ne jî jinên kurd vê silava we ya li gel muzîka kurdî qebûl nakin û rê nadin we. Jinên kurd amadekariya raperîna ku wê bitilîliyên xwe di hilbijartina bê de bi dest bixin dikin."
 
Rojên ku wê jin vî welatî bi rê ve bibin nêz in
 
Pervînê wiha bi dawî kir:"Wekî ku heta niha bûye; li meclisê, taxan, malan,  li nav erdan, li fabrîkayan, li kargehan, em ê têkoşîna xwe veguherînin û berdewam bikin. Em ê rêya xwe bi gavên bi biryar bidomînin. Têkoşîna jinê û muxalefeta wê, wê îqtîdar û pêşeroja vî welatî diyar bikin. Divê em di ferqa hêza xwe de bin. Rojên ku jin vî welatî bi rêve bibin nêz in. Ez we hemûyan bi hezkirin û bi rêzdarî hembêz dikim."