Jina ku êrîş lê hat kirin jiyana xwe ji dest da

  • 11:38 10 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL- Li navçeya Ataşehîrê ji aliyê Gokturk B. ve êriş li Başak C. hat kirin û Başak C. ya ku bi giranî birîndar bûye jiyana xwe ji dest da. Bersûc Goktur B. hat binçavkirin. 
 
Bûyer li taxa Barbarosê ya ku girêdayiyê Ataşehîrê ye, do êvarê saet di 19.00'an de pêk hatiye. Gokturk B. bi amûra jêkirinê êrîşî Başak C. kiriye. Başak a ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya teybet. Lê li gel mudaxeleyan jî nehat xelaskirin. 
 
Bersûc Goktur B. hat binçavkirin û ew birin Qereqola Navendê ya Ornekê ya Ataşehîrê.