Kongreya Star: Ev kiryar nîşana îflasa dewleta tirk e

  • 09:13 10 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star-Rojava bi daxuyaniya ku da êrişên dewleta tirk ên li ser Qamişloyê şermezar kir û di daxuyaniyê hat gotin ev kiryar nîşana îflasa dewleta tirk e.
 
Koordînasyona Kongreya Star-Rojava têkildarî komkujiya ku dewleta tirk li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê pêk anî daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Wekî her roj li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirin û sûc li dijî sivîlên ku xak, rûmet û şêniyên xwe diparêzin, îro dîsa sivîl hatin hedefgirtin. Ev sûc ê şer û sûcekî dermirovî ye. Em wekî gel li ser xaka xwe ne û ji bo jiyaneke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de dixebitin û wekî gelê kurd xwedî xet û projeyekê ne ku banga rûniştandina rêgezên neteweya demokratîk dike.
 
Berêvara 9'ê Mijdara 2021'ê, balafireke bê mirov a dewleta tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo erebeyeke sivîlan bombebaran kir. Di erebeyê de 3 kes ji malbatekê hebûn ku erka xwe ya malbatî li bajar pêk dianîn. Di bomebebaranê de bavê rûhî û bapîrê malbata Gulo, Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo yê ciwan şehîd bûn. Em Koordînasyona Kongreya Star vê êrişî bi tundî şermezar dikin.
 
Ev kiryar nîşana îflasa dewleta tirk e. Îro jî sivîl kirin hedef da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û rewşeke aloz biafirîne, bi hedefgirtina malbata welatparêz a ku di oxira jiyaneke bi rûmet de berdêlên giranbuha dide, hewl dan projeya Rêveberiya Xweser ji cewherê wê derxe.
 
Em bang li tevahî aliyên li ser xaka me ne, dikin ku êrişên dewleta tirk ên li dijî xak û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin ku van sûcên hovane rawestînin."