Jinên Mexmûrê: Em ji êrîşan natirsin

  • 09:05 10 Mijdar 2021
  • Rojane
Mizgîn Marînos
 
MEXMÛR - Jinên wargeha Mexmûrê li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk û neradestkirina cenazeyên gerîlayan a ji aliyê PDK’ê ve nerazîbûna xwe anîn ziman û  gotin: "Dizanin ku bi şer nikarin bi gerîllayên me û ji ber wê çekên kîmyewî bi kar tînin. Bila baş bizanin ku ew 20 salên din jî li çiyayên Kurdistanê nikarin li hember îradeya gerîlla bi ser kevin."
 
Bi mehane dewleta tirk li çiyayên Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê li hemberî gerîlayên Kurdistanê şerekî dijwar dide meşandin. Dewleta tirk a ku li hemberî berxwedana gerîla nekarî pêşde biçe êdî bi awayekî vekirî çekên kîmyewî ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn bikaranîna wan hatiye qedexekirin bi kar tîne. Di derbarê mijarê de jinên wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û bikaranîna çekên kimyewî şermezar kirin. 
 
'Tu pîvanên dewletên navneteweyî tune ne'
 
Dayê Helîm Îşlek bal kişand ser sersariya dewletên navnetweyî ya di warê parastina mafên mirovan de û wiha got:"Dewletên navneteweyî ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin, tu pîvanên wan ên naskirina mafên mirovan nînin. Eger hebûya wê bertekên xwe li hember bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve nîşan bidana. PKK ji bo rastiya hebûna Gelê Kurd, ji bo ku kurd jî weke netewên di cîhanê de bi mafên xwe bijîn tekoşînê dide. Cîhanê dît ku di şerê çeteyên DAIŞ’ê ku bûbû belaya serê mirovahiyê PKK’ê li her devera ku pêwîst kir li ber xwe da. Ma ew çekên kîmyewî ji ku tên? Li ku derê tên hilberandin? Ma ne ji Emerîqa, Elmanya, Rûsya û dewletên navneteweyî tên, ew bi xwe bi dewleta tirk re alîkar dibin. Eger ku bikaranîna van çekên kimyewî qedexe ye wê demê çima ji bo gerîlla û zarokên kurdan rewa ne? Eger ku Tirkiye wêrek be bila sing bi sing şerê xwe bike. Dizanin ku bi şer nikarin bi gerîllayên me û ji ber wê çekên kîmyewî bi kar tînin. Bila baş bizanin ew 20 salên din jî li çiyayên Kurdistanê nikarin li hember îradeya gerîlla bi ser bikevin. Gelê Başûrê Kurdistanê di bin krîza siyasî û aborî de fetisîne û ji desthilata heyî bi gazinc in." 
 
'Dê dîrok wan efû neke û serkeftin ya Gelê Kurd e'
 
Helîmê nedayîna cenazeyên gerîlayên PKK'ê ya ji aliyê PDK'ê ve jî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Ji mehekê zêdetir e ku dayikên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe li ber deriyê Sêmalka di çalakiya rûniştinê de ne. Ev ji bo PDK'ê şermeke mezin e. Bi hişmendî û rêxistina dijmin zarokên kurdan qetil dike û paşê jî cenazeyên wan radestî malbatên wan nake. Dayik wê heta dawiyê li zarokên xw exwedî derên. Bila baş bizanin wê dîrok wan efû neke, şehîd wan efû nakin. Gelê Kurd bi hezaran şehîd li ser vê xakê dane. Çi karê leşkerên Tirkiyeyê li çiyayên Kurdistanê heye? Her roj  ji aliyê dewleta tirk ve xaka Kurdistanê tê bombebarankirin, lê PDK bêdeng e. PDK ji bo reşkirina PKK’ê her karê ji dest tê dike, ciwanên li deverên çiyayî dikuje dike sûcê PKK’ê. Êdî Gelê Kurd edaleta PKK’ê nas dike, xeta şehîdan, serokatî nas dike û xwe bi felsefeya Rêbertî perwerde dike. Gel êdî bi van listikan nayê xapandin. Niha jî li Rojava bi destê ENKS’ê dixwazin destkeftiyên kurdan talan bikin."
 
'Yekîtiya xwe ava bikin' 
 
Helîm Îşlek di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Mexmûrê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî:"Gelê Kurd xwedî serjimareke 50- 60 milyon e. Gelê Kurd têkoşer e. Ji bo me şêniyên Mexmûrê ambargo û rêgirî ne pirsgirêk in, me zehmetiyên mezintir dîtine. Ji bo me ya girîng xeta serokatî û ya şehîdan e. Banga min ji bo gelê kurd ew e ku yekîtiya xwe ava bikin û neyên leyîstokên dijmin. Serkeftin ya Gelê Kurd e.’’
 
'Dewleta tirk nikare bi gerîla'
 
Jina ciwan Hewlêr Adanmiş jî di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya raya giştî de nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: "Weke tê zanîn ev demeke li çiyayên Kurdistanê li ser gerîlayan çekên qedexekirî yên kimyewî tên bikaranîn. Dewleta tirk bi hêza xwe nikare li hember gerîla şer bike. Gerîlla li hemû çiyayên Kurdistanê serwer e û dikarin li hember dagirkeriyê bi ser bikevin. Li hemberî bikaranîna van çekan li Kurdistan û qada navneteweyî bêdengiyek heye, çima bêdeng in. Banga min ji bo tevahiya ciwanên kurd ew e ku li hemberî vî şerê ne rewa çalakiyên bi bandor li dar bixin û bêdengiya xwe bi dawî bikin.’’ 
 
'Şerê tê meşandin ne rewa ye'
 
Hazar Uçar jî da zanîn ku şerê li hember gerîla tê meşandin ne rewa ye û wiha berdewam kir:"Di asteke jor de li hember tevgera azadiyê şerekî ne rewa û dijqanunî tê meşandin. Di kesayeta tevgera azadiyê de dixwazin hêvî û baweriya Gelê Kurd bişkînin. Li beramberî vê li hemû çiyayên ku gerîlla lê ne berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Gelê Kurd jî li kêleka vê berxwedana gerîlla amade ye li her deverê gavên xurt biavêje. Li çiyayên Kurdistanê şerê teknîk û teknolojiyê li hember gerîla tê meşandin, li rexmê wê jî bi ser nakevin û bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ji tirsa binketinê di şerê xwe de her cureyê şerê dijmirovî didin meşandin. Cîhan hemû dizane ku ji salên pir dirêj heta niha ev çekên kîmyewî ku Tirkiye li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne, hatine qedexekirin. Di nava vê peymana qedexekirina çekan de dewleta tirk bi xwe jî heye. Lê dîsa jî ew bi kar tînin. Di encama van êrişan de ne tenê însan xwezaya Kurdistanê jî zerareke mezin dibîne."
 
'Hêzeke  veşarî ya xwezayî ya jinê heye'
 
Hazarê bal kişand ser rola jinê ya di pêvajoyê de û mezinkirina tekoşîna gelên aştîxwaz û wiha berdewam kir: "Bi taybet  hêzeke veşartî ya xwezayî ya jinê heye. Ji dîrokê heta niha di nav kurdan de dema şer çêdibû, jin diket navberê û ew şer bi aştiyê bi dawî dibû. Lê niha di nava sîstema pergala serdest de, girîngiyek wisa ji jinê re nehatiye dayîn. Cihê herî bi nirx ê jinê di nava tevgera azadiyê de ye. Ji bo vê xwe dîtin û xwenaskirin erkeke sereke ya jinê ye. Li hember kesên ku bêjin em xwedî parastina vîn û mafên mirovanan e pêwîst e helwesta xwe diyar bikin. Li ser medyaya civakî bi du sê gotinan nîşandana bertekan têrê nake. Em weke gelê wargehê bêdeng namînin, em ê bi her cure çalakiyan li ser piyan bin. Ji ber ku em dizanin gerîlla hebûna kurdên azad e, hebûna mirovahiyê ye. Ji bo şerê ku tê meşandin, tu hêviya me ji dewletên serdest nemaye ku dengê xwe derxînin û bertek nîşan bidin.  Bila baweriya me bi hêza me bê."
 
'Di vî şerî de yên herî zêde êşê dikişînin dayik in'
 
Wedia Kuşmat jî di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî û armanca dewleta tirk de axivî û wiha got:"6 meh in şerekî giran li dijî gerîlayên me tê meşandin. Ev şer şerê dagirkeriyê ye. Li çiyayên Kurdistanê li hemberî gerîlayên me çekên qedexekirî yên kimyewî tê bikaranîn. Lê cîhan li hemberî vê bêdeng dimîne. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan, gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Eger ku îro ev êriş li ser gerîla bê meşandin sibe dora wan e jî. Divê her kes li hemberî vê yekê bêdengiya xwe bişkîne û bêje êdî bes e. Ma heta kengî ev êriş wê li ser me bên meşandin. Armanc tunekirin û qirkirina Gelê Kurd e. Ji bo wê divê her çar parçeyên Kurdistanê bêdengiya xwe bişkînin. Ez bi taybet bang li dayikan dikim, divê li her derê rabin ser xwe, ji ber ku yên herî zêde ji vî şerî bi bandor dibin dayik in."