Piştî Pîran û Pasûrê li Çinarê êrişa zayendî li zarokan hat kirin

  • 09:03 10 Mijdar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Polîtîkayên şer ên taybet ku li herêmê xwe bi rêbazên cuda dide nîşandan herî dawî jî li navçeya Çinar a Amedê bi bûyerên êrîşa zayendî xwe dîsa dan nîşandan. Bi taybetî di demên dawî de bûyerên êrîşên zayendî ku li heremê di dibistanan û ji hêla meleyan ve xwe dide der meriv dide fikirandin.
 
Polîtîkayên şer ên taybet bi salan in bi taybetî li herêmê bi cûrbicûr şêwazan xwe dide meşandin. Bi destdirêjî û desteserkirinê xwe li ser jinên ciwan û zarokan wek rêbazekê li dijî nirxên civakê dixe pêş. Di vê çarçoveyê de rêbazên weke fihûş, sîxurî û hwd. bi kar tînin. Berê ev rêbaz li heremê bi rengekî rûtîn dihate kirin lê van şeş salên dawî bi rengekî taybet dikin. Wekî li Şirnex, Colamêrg, Wan û Amedê bi rêya şantajê jinên ciwan diterîkînin tora fihûşê. Pêşengiya wê çeteya tora fihûşê jî li herêmê leşker û cerdevan dikin.
 
Di pêvajoya dawîn de gelek bûyerên bi vî ringî derdikeve holê ku meriv dide fikirandin. Piştî bûyera Gulîstan Doku ku li Dêrsîmê pêk hat û dîsa li Êlîhê Îpek Er a ku çawişê Pispor Musa Orhan tecawizî wê kir, li ser polîtîkayên şerên taybet fikirandinek kûrtir çêkir.
 
Zarok tên mexdûrkirin kiryar tên parastin..
 
Niha jî di demên dawîn de balkêş e ku li dibistanên heremê û ji hêla meleyan ve zarok bi êrîşên zayendî re rûbirû dimînin. Li Cizîrê mamosteyekî dest dirêjî zêdetirî 40 xwendekaran kiribû, lê tenê cihê peywira wî hat guherandin. Her wiha li Sêrtê li qurseke quranê ya Medreseya Mele Burhaneddîn hînkerekî qursê 2 salan li ser hev bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokekî kiribû. Dîsa li taxake girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê, 5 zarokên ku diçûn qursa quranê bi êrişa zayendî ya meleyê bi navê Hamdusena C. ve rûbirû mabûn. Piştî ku bûyer derket holê mele hate binçavkirin lê li aliyê din hat hînbûn ku ji bo malbat gilî nekin, cerdevan û keyayê gund gef li malbatan xwarine.
 
Dîsa bûyerek bi vî rengî li dibistana gundê Deran ê navçeya Pîranê ya Amedê qewimî bû. Mamosteyê bi navê D.B. dest dirêjî 7 xwendekarên keç dike. Piştî pevçûneke ku li polê derket xwendekarên kur destdirêjî vegotin. Li ser vê di 4'ê cotmehê de ji bo îfade bidin 4 xwendekarên keç ên 9 salî çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pîranê û piştre zarok birin Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) a li Amedê. Li vir hat xwestin bi pedagog re îfadeya xwendekaran bê girtin. Lê ji ber ku pedegog mêr bûye, zarokan îfade nedaye û tirsiyane. Piştî ku zarokan tiştên mamoste aniye serê wan ji malbatên xwe re vedibêjin malbatên wan giliya mamoste dikin. Rexmî giliya malbatan jî derbarê mamoste D.B. de tu kirarî nehatiye kirin û xwendekar jî hefteyeke ji tirsa neçûne dibistanê. 
 
Li Çinarê bûyerên êrîşa zayendî
 
Herî dawî jî li navçeya Çinara Amedê hat hînbûn ku mêrê bi navê M.O. bi dehan zarokan êrîşa bi zayendî re rûbirû hiştiye. Piştî ku bûyer derket holê malbatan gilî kirine û îfadeya zarokan hatine girtin. Hate zanîn ku M.O. di nexweşxaneyekê de dixebite û bi hinceta dersa quranê dide bi salan in dest dirêjî zarokan kiriye. Her wiha ji ber ku bûyer di nav xizman de pêk hatiye tê xwestin ser bûyerê bê girtin.
 
'Êrişa zayendî li 2 keçên min hat kirin'
 
Yek ji wan malbatan ku M.O. êrişa zayendî li du zarokên wê kiriye ji ajansa me re behsa bûyerê kir. Dayika du zarokên ku nexwest nav û paşnavê xwe bêje diyar kir ku nêzî mehekê ew bûyer qewimiye û wiha axivî:"Di destpêkê de haya me ji tu tiştekî tune bû. Zarokên me ji dibistanê hatin. Piştre polîsa hatin ber mala me. Min jî nedizanî ku çi ye lewra tirsiyam. Polîsan hatin ji bo girtina îfadeyê keçên min birin. Keçekê min 15 salî ye ya biçûk jî 6 salî bû. Piştre keça min a biçûk girîya ku neçe, min got ez jî bi wan re werim. Lê nehiştin ku ez bi wan re herim. Piştî ku îfadeyê xwe dan, zarok gelek tirsiyan. Ya mezin 9 roj li stargehê de ma."
 
'Tê xwestin ser bûyerê bê girtin'
 
Dayika du keçan diyar kir ku wan tiştek ferq nekiribûn û zarokên wan jî tim bêdeng mane û got:"5 sal berê keça min a mezin diçû dersa quranê. Ew zilam her tim bi zarokên me re bû û ji wan re tişt dikirî. Ji bo ku zarokên wî tune bûn. Me got qey ji zarokan hez dike loma wisa ye. Me tiştek ferq nekiribû. Rojekê keça min a mezin got 'ez naxwazim biçim dersa quranê'.  Lê tiştekî din negot. Min jî got bila biçe ji dersa xwe nemîne. Hemû xizmên hevdu ne û êrişa zayendî li gelek zarokên din kirine. Lê zextek pir mezin heye. Dixwazin ser bigirin. Niha ew kes xwe mafadar dike û sûc dixe hustê me ku  bê berdan. Di dawiyê de jî ji mamosteyê xwe yê dibistanê re dibêje û wisa derket holê."
 
'Bila ew kes serbest neyê berdan'
 
Dayika zarokan destnîşan kir ku ew naxwazin M.O. were berdan û diyar kir ku ji ber bûyerê bandoreke gelekî neyînî li derûniya zarokan bûye. Dayikê got:"Heke ew bê berdan wê bûyerên wisa berdewam bikin. Keçên min gelek girîyabûn. Heke ew zilam bê berdan wê zarokên me xwe sûcdar hîs bikin. Civak ji bîr bike jî zarok ji bîr nakin. Ji bo ku me gilî kir û em bêdeng neman, buxtana dixin hustê min. Ez wan îddîayan şermezar dikim ji bo ku li ser mijarê bikin parastina wî zilamê dikin. Ez ji bo zarokên xwe bêdeng nabim û dixwazim bila ew kes neyê berdan.”
 
Di lîseya Çinarê de 3 xwendevan bi êrîşa zayendî re rûbirû mane
 
Ligel vê yekê li lîseya Çînarê jî bûyerek destdirêjiyê pêk hatiye. Mamosteyekî bi navê L.K jî 3 xwendevanên keç bi êrîşa zayendî rûbirû  hiştiye. Xwendevanên êrişa zayendî li wan hatiye kirin mamoste gilî kirine. Piştî gilîkirinê hat zanîn ku L.K. hatiye girtin.
 
Ew çend bûyerên ku derketine holê ye. Lê tê zanîn ku li herêmê hejmara bûyerên bi vî rengî gelek zêde ne ku hîn derneketine holê.