Ji baroyan bertek: Em gotinên serkomar nas nakin

  • 08:38 10 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Navendên Mafên Jinan ên 8 baroyan, bertek nîşanî gotinên serkomarê AKP'yî  ku Peymana Stenbolê û jin kirin heddefa xwe dan.
 
Navendên Mafên Jinan ên 8 baroyan ku bertek nîşanî gotinên serokmarê AKP'yî yê Peymana Stenbolê û jin kirin heddefa xwe dan, daxuyaniyeke hevpar dan.
 
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin dixwazin kesên Peymana Stenbolê krîmînalîze bikin de wiha hat gotin, "Vekişîna ji Peymana Stenbolê ya bi tena serê xwe, binpêkirina maf e. Em gotinên Erdogan napejirînin û carke din dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn."
 
Baroyên ku tevli daxuyaniyê bûn ev in: Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Çewligê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Muşê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Şirnexê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê.