Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê encamnameya konferansê parve kir

  • 10:48 9 Mijdar 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Encamnameya 12'emîn Konferansa Meclisa Îştarê ya Mexmûrê ya bi dirûşma "Bi rihê yekîtiya jinê em ê tekoşînê mezin bikin û Rêber Apo azad bikin" di 7'ê Mijdara 2021'ê de dest pê kir û du rojan berdewam kir, hat parvekirin. 
 
Di 7'ê Mijdara 2021'ê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 12'emîn Konferansa Meclîsa Îştarê bi dirûşma "Bi rihê yekîtiya jinê em ê tekoşînê mezin bikin û Rêber Apo azad bikin" hat lidarxistin.  
 
Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin û ev konferans diyarî têkoşerên pêngava Bazên Zagros û Cenga Xabûrê hat kirin. Di konferansê de perspektifên  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, KJK   û rapora xebatên du salan hat xwendin. Rojeva siyasî, rêxistinî û plansaziya du salên pêş de hatin nîqaşkirin. Rojeva sereke rewşa Abdullah Ocalan, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê  û çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin. Jinan gotin ku yekem aktorê çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn heta ji bo xilasiya mirovahiyê ya ji vê kaosê Abdullah Ocalan e.
 
'Em ê bi pêngava şerê gelê şoreşger li berxwe bidin'
 
Jinan diyar kirin ku ger mirovahî dixwaze ji vê rewşê rizgar bibe pêwist e li derdora xebatên 'azadî ji bo Rêber Apo' kom bibin. Divê bi taybet jî jin kom bibin. Ji ber ku em baş dizanin azadiya Rêber Apo azadiya me jinan e. Jinan rojeva siyasî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê nîqaş kirin û gotin 'sedsala 21'ê sedsala şoreşa jînê ye, hêzên kûr, statukoparêz ku dixwazin mirovahiyê di nava qeyranên aborî û civakî de bifetisînin, jiyan ji cewhera wê derxistine, jin û xweza anîne ber qirkirinê. Lê wê di her qadê de rastî dîwarê berxwedan û têkoşîna jina rêxistinkirî were û em ê jiyanê bi azadiya jin û civakê tacîdar bikin'.  Bi taybet jinan bal kişandin ser berxwedana têkoşîna dîrokî ya ku gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê dimeşînin. Hat gotin ku  ev 6 meh in li pêş çavên giştî cîhanê çekên kîmyewî li ser zarokên me têne bikaranîn. Dewleta faşîst a tirk sûcê mirovahiyê dike û cîhan bêdeng e. Em baş dizanin ku  bêdengî ji hevkariyê tê. Vê hêza faşîst konsepteke îmha û înkarê ya me gelê kurd daye destpêkirin. Em ê jî bi pêngava şerê gelê şoreşger li berxwe bidin û hêza faşîst têk bibin. "
 
'Jina rêxistinkirî civaka rêxistinkirî ye'
 
Di rojeva rêxistinî de jî jinan bal kişandin ser girîngiya rêxistina jinê. Hate gotin ku jina rêxistinkirî civaka rêxistinkirî ye, pergala desthilatdar bi salan e li ser me gelê kurd û jinan heman politikayê dimeşîne, dixwaze me parçe bike û bi rê ve bibe, bê îrade û bê rêxistin bihêle. Em ê jî li hemberî vê politikayê bi dirûşma "Pêwist e yek jin jî ji derveyî rêxistinbuyînê nemîne bixebitin, xwe  di qadên polîtik, civakî bi taybet parastina cewherî de bi rêxistin bikin û jibo avakirina Konfedralîzma Jinê ya Cîhanî rola pêşeng bileyizin." Li Kurdistanê li ser jin, ciwan û jinên ciwan polîtîkayek destdirêjahiyê, bikaranîna hişbirê,  tê meşadin. "
 
'Binxistina pergala dewleta desthilatdar avakirina pergala Netewa Demokratîk e'
 
Her wiha hat gotin:"Dewleta tirk ji bo jin û ciwanan ji xeta tekoşînê dûr bixe, çanda wan bide jibîrkirin û bi wan re civakê birizîne hemû derfetên xwe seferber dike û her roj li Kurdistanê bûyerên destdirêjî û tecawiza li hemberî ciwan û zarokan tê pêk tê. Pêwist e em rastiya dijmin baş bizanibin û nehêlin li ser xaka me rehet tev bigerin. Rêxistinkirina li ser van bingehan wê me bibe serkeftinê, ji ber ku em baş dizanin bêpergalî mehkûmî tunebûyinê dike û yekem rêya binxistina pergala dewleta desthilatdar avakirina pergala Netewa Demokratîk e. 
 
'Bila NY li berpirsiyariya xwe xwedî derkeve'
 
Jinan bal kişandin ser dorpêçkirina li ser Mexmûrê û wiha gotin:"Bi vê ve girêdayî ev sê sal in ku li ser wargeha me dorpêç, ambargoyek ji derveyî exlaqê mirovahiyê tê meşandin. Di vê pêvajoya dorpêçê de bi dehan niştecihên wargehê jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan dayikan di vê rêyê de zarokên xwe ji dest dan, rêya kar a bidestxistina aboriyê hat qutkirin, di rêyan de her roj şêniyên wargehê tên binçavkirin, xwendina zarokên me yên zanîngehê hat sekinandin, xizmetên mirovî ku ji bo wargehên penaberan tê kirin ji bo me qet nayê pêşwazîkirin. Li kêleka van êrîşên hewayî û bejayî yên dewleta tirk jî qet kêm nabin. Di van êrîşan de jî bi dehan kes hatin qetilkirin. Em wargeh di bin sîwana NY'yê  de ne û em li ser xaka hukumeta Iraqê dijîn loma ji vê rewşê ev hersê hêz berpirsyar in. Em bang dikin ku li berpirsyariyên xwe xwedî derbikevin. " 
 
'Jinan berxwedanek bêhempa dane meşandin'
 
Jinan di encamnameyê de bal kişandin ser berxwedana jinê û wiha pê de çûn:"Di vê çarçoveyê de ev du sal in li seranserê cîhanê û bi taybet li Kurdistanê jinan berxwedanek bêhempa dane meşandin. Emîne Şenyaşar ku ev 245 roj in li ber deriyê dadweriya dewleta tirk çalakiya rûniştinê ya edaletê dimeşîne mînaka berxwedana jina xwedî îrade ye. Em bi navê delegasyona konferansê dayika Emîneyê silav dikin û berxwedana wê pir bi qîmet dibînin û heta dawiyê em piştgiriya xwe didin nîşandan.  Li gel vêya ev ji mehekê zêdetir e dayikên kurd ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe yên şehît li ber deriyê Sêmalkayê çalakiya rûniştinê didin berdewamkirin. Em van dayikên berxwedêr silav dikin. Li ser vê bingehê di derbarê azadiya fîzîki ya  Rêber Apo de biryarên çalakiyan û mezinkirina têkoşînê hat dayin."  
 
Bikaranîna çekên kîmyewî
 
Jinan bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan û wiha gotin:"Di vê çaçoveyê de em weke jinên Wargeha Ş.Rustem Cudî soza mezinkirina têkoşîna azadiyê didin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hemû hêz û derfetên xwe seferber bikin û heya azadiyê bi berdewamî têkoşînê bimeşînin. Em bang dikin ku li hemberî bikaranîna çekên kimyewî ya li ser gerîlayên azadiyê û xaka Kurdistanê, êrîşên hewayî yên dewleta tirk ku li ser wargehê û ambargoya 3 sal in berdewam dike NY li erka xwe xwedî derbikeve. Mafê penaberan ku ji wargeên din ên penaberan re tê dayîn ji me re jî were dayîn û ev hêz li berpirsyariya xwe xwedî derbikevin. 
 
Delegasyona  Konferansa Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê."