'Êrişa li ser Dayikên Aştiyê feraseta dewletê nîşan dide'

  • 09:16 9 Mijdar 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
Halîse Ekîncî ya dêya Dayika Aştiyê Wesfiye Yigit, a ku polîsan bi ser mala wê de girtin diyar kir ku êrişa li ser Dayikên Aştiyê feraseta dewletê nîşan dide û wiha got:"Tehemula wan a li dijî kurdan tune ye. Lê pêwist e em li hember wan her rabin û serî netewînin."
 
Dayika Aştiyê Wesfiye Yîgît (58) li mala xwe ya li Baglara Amedê serê sibehê ji aliyê polîsên ku bi ser mala wê de girtin hat binçavkirin. Polîs bi saetan li mala Wesfiyeyê ya ku nehat zanîn ji ber çi hatiye binçavkirin, geriyan. Alavên malê hatin belavkirin. Dêya Wesfiyeyê, Halîse Ekîncî têkildarî êrişa li ser Dayikên Aştiyê bi ajansa me re axivî û got ev feraseta wan a li dijî aştiyê nîşan dide.
 
'Nehiştin avê jî vexwe'
 
Halîseyê da zanîn dema polîsan bi ser malê de girtin ew li ser nimêja serê sibehê bûn û nimêja wan di nêvî de hatiye hiştin. Halîseyê ev agahî parve kir:"Em weke kurd mixabin fêrî van gefan bûne. Lê belê her ku diçe jî em tiştên nûtir ji wan dibînin. Wesfiye nexweşiya wê heye. Pêwist e li malê dermanê  xwe bixwara lê destûr nedan. Ji wê bigerin, destûr nedan avê jî vexwe. Ev zilm e û li hemberî dayikekê bêrêzî ye."
 
'Em li dijî wan aştîxwaz in'
 
Halîseyê di heman demê de bal kişand ser êrişên li dijî Dayikên Aştiyê tê meşandin û got: "Dayikên me tenê aştiyê dixwazin. Di oxira aşitiyê û aramiya hemû gelan de kedek mezin didin. Bi salane ji bo xwîn nerije li kolanan in. Ev çanda wan a hezar salan e û niha jî ew didin dewamkirin. Ev jî aştîxwaziya gelê me nîşan dide. Lewra timî êriş li hemberî helwesta dayikên me hebûn û îro jî ew helwesta xwe dan nîşandan."
 
'Pêwîst e em li hember wan rabin'
 
Halîseyê herî dawî li hemberî êrişên tên kirin ev gotin kir:"Ew aştiyê naxwazin. Ji ber wê yekê jî tehemula wan ji dayikên me re tune ye. Ez hêvî dikim ku herkes vê yekê bibîne û li hember rabe. Ma em ê heya kengî ji vê zilmê re bêdeng bimînin. Divê gel bi berxwedana xwe vê yekê bide rawestandin. Bila em baş bizanin heta em ranebin wê êrişên wan jî berdewam bikin."