Dîroka çekên kîmyewî: Bi mîlyonan mirov hatin qetilkirin

  • 09:07 9 Mijdar 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Çekên kîmyewî ku di şeran de ji bo tunekirinê tên bikaranîn li Tirkiyeyê di salên 90’î de di pevçûnên hatin jiyîn de li dijî PKK’ê hatin bikaranîn. Herî dawî li Herêma Federal a Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî hat rojevê û li dijî vê gelek sazî û dezgeyan name şand ji OPCW’ê re.
 
Bi sedsalane dewlet di şer de gazên kimyewî wek çek bi kar tîne. Di qada navneteweyî de jî ev gaz wek sûcê mirovahyê tê vegotin û li dijî vî sûcê ceza ancax bi berteka rayagiştî pêkane. 40 sal e li Tirkiyeyê pêvajoyek şer didome û gelek carî ev sûc hatiye kirin. Herî dawî hat rojevê ku li Herêma Federal a Kurdistanê hatiye bikaranîn. Tirkiyeyê di operasyona leşkerî ya 23’ê Nîsanê de ku daye destpêkirin di 6 mehan de 323 caran çekên kîmyewî bi kar aniye.
 
Yekem car di şerê Peloponez de hat bikaranîn
 
Çeka kîmyewî yekem car beriya zayînê di 423’an de di şerê Peloponez yê navbera Sparta, Peloponez û Atîna de hat bikaranîn. Di 22’ê Nîsana 1915’an de jî Belçîkayê li bajarê Ypres li dijî hêzên Alman, Îngîlîz û Fransî, yekem çeka kîmyewî ya moderns a fosgenî û klor bi karanî.
 
Ji bo qedexekirinê OPCW hat avakirin
 
Di encama van gazan de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, bi mîlyonan sewal û nebat tune bûn. Li dijî texrîbata çekên kîmyewî ji bo qedexekirinê di 29’ê Nîsana 1997’an de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî  (OPCW) li bajarê Lahey ê Holandayê hat avakirin.  OPCW, Peymana Pêşîrgirtina li Çekên Kîmyewî  di 27’ê Nîsana 1997’an de bi 192 welatan re xist meriyetê. Tirkiye jî di 12’ê Gulana 1997’an de bû alî.
 
Çekên kîmyewî ligel ku mirovan dikujin, rê li ber nexweşiyên wekê felçbûna pergala sinvîr, korbûn, kerbûn, felç, şewitandina çerm û çavan, bîhndanê. Cureyên  kîmyewî yên jî gazên jehrî, fetisandinê,     jehrîkirina xwinê, çav şewitandin û tevizandinê vedikin. 
 
Di dîroka cîhanê de hinek şer û komkujiyên ku tê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn wiha ne:
 
Hîroşîma û Nagazakî
 
Di dema duyemîn şerê cihanê ku navbera 1939 û 1945’an de pêk hat li Parzemîna Asyayê di 6-9’ê Tebaxa 1945’an de DYA’yê li bajarê Hîroşîma û Nagazakî ya Japonyayê êrîşa bi ‘Bombeya Atomê’ pêk anî. Di encama êrîşê de ji sedî 70’ê bajar tune bû, 40 hezar kesî jijyana xwe ji dest da. Nîvê bajarê Nagazakî tune bû. 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. 
 
Komkujiya kîmyewî ya Naziyan
 
Di duyemîn şerê cîhanê de ji aliyê Hikûmeta Nazî ve Karbonmonoksît û hîdrojen siyanur hat bikaranîn û bi mîlyonan di encama çekên kîmyewî de hatin qetilkirin.
 
Komujiya Hama
 
Di 2’ê Sibata 1982’an de hikûmeta Suriyeyê li bajarê Hama bi armanca serhildana Birayên Musliman biçewisîne bihezaran kes qetil kirin. Di komkujiyê de di navbera 10 hezar û 25 hezar kesî de jiyana xwe ji dest dan û li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî sedema vê çekên kîmyewî bûne.
 
Komkujiya Rojhilatê Guta
 
Li herêma Rojhilatê Guta ya nêzî bajarê Şamê yê Sûriyeyê bû yekîneyên girêdayê Beşar Esad di 21’ê TEbaxa 2013’an de êrîşa çekên kîmyewî pêk anîn. Li gorî hinek çavkaaniya piranî jê zarok bi giştî hezar û 400 kes hatine kuştin lê der barê ku çend kesî jiyana xwe ji dest daye de daneyek zelal tune ye. Di komkujiyê de ji ber gaza sarîn ya hat bikaranîn di bedena mirovan de şewat çê bû û pisporan ev daxuyandibû.
 
*Di dema dagirkirina Naziyan de, di 19’ê Nîsan-16’ê Gulana 1943’an de di dema serhildana Varşova Gettosu de Naziyan li hember Yahudiyan çekên kîmyewî bi kar anîn. Bi hezaran kes di vê êrîşê de hatin qetilkirin.
 
*Di salên 1960’î de Hêzên Çekdarî yên DYA’yê ku operasyona Ranch Hand meşandin, axa Başurê Vîetnamê ji sedî 10 bi dîoksînê jehrî kir. Li gorî hikûmeta Vîetnamê di vê êrîşê de 400 hezar kes miriye û mîlyonek û nîv welidîn bi qusur bûne.
*Di 24’ê cotmeha 2002’an de  di Serdegirtina Şanoya Moskovê de, ji aliyê hêzên Rûs ve madeya anestetîk fental hat bikaranîn. Ji ber bandora vê madeyê 130 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Li dijî Kurdan komkujiyên bi çekên kîmyewî ku pêk hatin wiha ne: 
 
Şêx Mehmudê Berzencî
 
Di 1920’an de Îngîlîzan li dijî berxwedana Şêx Mahmudê Berzencî yê li Silêmaniyê, bi armanca ceribandinê ji balafiran gaza kîmyewî avêtin û li gorî daneyên ne fermî 10 Kurd hatine qetilkirin.
 
Komkujiya Dêrsîmê
 
Di navbera salên 1937-1938’an de ku komkujiya Dêrsîmê hat jiyîn, ji aliyê Tirkiyeyê gazên kîmyewî hatin avêtin û 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Komkujiya Halepçeyê
 
Di 16’ê Adara 1988’an de hikûmeta Iraqê ku di bin rêveberiya Saddam Huseyîn de bû, li hember bajarê Halepçe yê li herêma Federal a Kurdistanê bû êrîşa çekên kîmyewî pêk hat. êrîş wek ‘komkujiya Halepçeyê’ ket dîrokê û piranî jê zarok ji 5 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Şerê Îran- Iraqê
 
Di şerê navbera Îran û Iraqê ku di navbera 1980-1988’an de hat jiyîn li hember Kurdan gelek carî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di encama van êrîşan de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Komkujiya Felluce
 
Di Mijdara 2004’an de leşkerên DYA’yê li bajarê Felluce yê Iraqê gaza kîmyewî bikaranî û bi sedan kes mirin. Bi hezaran kes jî di alî fîzîkî û biyolojik de astengdar hatin dinê.
 
Li Tirkiyeyê bikaranîna çekên kîmyewî
 
Li Tirkiyeyê di 1994’an de di pevçûnek bi PKK’ê re çekên kîmyewî hatin rojevê. Li Newala Kazan a Çelê ya Colemêrgê di navbera dîrokên 22-24’ê Cotmeha 2011’an de bombebaran pêk hat û 36 HPG’îyan jiyana xwe ji dest da. Heyetên neteweyî û navneteweyî  parçeyên şewitî yên cenazeyan tespît kirin.  Li nêzî gundê Bilika ya Sîlopiyê ya Şirnexê di 11’ê Gulana 1999’an de di operasyona pêk hat de 20 PKK’î bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Li Çelê ya Colemêrgê di 2009’an  meha îlonê de pevçûnek hat jiyîn du jê jin 8 PKK’î bi çekên kîmyewî hatin qetikirin. Wêne û materyal hatin bidestxistin û ji bo lêkolînkirinê şandin Almanyayê.  Çapemeniya Alman got Artêşa Tirk li dijî PKK’iyan çekên kîmyewî bi kar aniye. Zanîngeha Hamburgê jî bi raporan ispat kir ku TSK’ê çekên kîmyewî bi kar anine.
 
Li aliyê din li Çemîşgezek a Dêrsîmê di 11’ê Nîsana 1997’an de di pevçûnek hat jiyîn de 21 kesî jiyana xwe ji dest da, li Mezra Newala Çargê ya gundê Tanzê ya Sason a Êlihê di sibata 1999’an de di operasyonek pêk hat de 15 jê PKK’î du jî sivîl 17 kes, li gundê Sêderî  ya herêma Çiyayê Bagok a navçeya Mîdyat a Mêrdînê di 1996’an de di pevçûna hat jiyîn de 9 PKK’î bi kîmyewî hatin qetilkirin. 
 
Di 2000’î de di operasyonên li girtîgehan pêk hatin de hat rojevê.
 
Li Tirkiyeyê di 19’ê Kanûna 2000’î de li 20 girtîgehan bi awayekî hevdem operasyon pêk hatin, hat îdiakirin ku gaza kîmyewî hatiye bikaranîn.
 
Berxwedanên rêveberiyên xweser
 
Di 2016’an de dema berxwedanên rêveberiyên xweser de li Cizîrê, hat îdiakirin ku leşker û polîsan çekên kîmyewî bi kar aniye. Parlamenterê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz,  name ji Sekreterya Giştî ya NY'ê, Dadgeha Cezaya Navneteweyî û Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê re şand.
 
Efrîn
 
Di 16’ê Sibata 2018’an de Tirkiyeyê li hember Efrînê êrîşa dagirkirinê da destpêkirin û hat îdiakirin ku çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Ji aliyê şervanên wê derê ve ji rayagiştî re hatibû parvekirin. Doktor Ciwan Efrîn yên li nexweşxana Efrînê dixebitî daxuyand ku li ser birîndaran semptomên gaza klorê hatiye dîtin.
 
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
 
Di 9’ê cotmeha 2019’an de tirkiyeyê operasyona leşkerî li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin. Di vê êrîşê de gelek caran îdiayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn hat rojevê. Der barê îdiayan de di 10’e çileyê 2020’an de Însiyatîfa Parastina Rojava raporek amade kir û di 20’ê Çile de teslîmê OPCW kir. Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Tirkiyeyê di 6 mehên daweî de 323 caran çekên kîmyewî bikar aniye. Ji ber vê li herêmê 548 kesî serî li nexweşxaneyan da. Li aliyê din hat gotin ku ji roja operasyonan destpêkiriye heta niha 33 HGP’î bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.
51 partî û rêxistinên li Ewropayê der barê bikaranîna çeka kîmyewî de name ji OPCW re şand û banga  tevgerê kirin. Li Almanyayê Meclîsa Jinan a Viyan a Wuppertal û endamên  Jinên Xwendekar yên Kurdistanê (JXK), Komeleya Kîmyewî ya Halepçeyê jî mijar anî rojevê.
 
Di rapora ku ÎHD’ê  di 20’ê Tebaxa 2011’an de aşkera kiriye de, ji 1994’an heta 2011’an ev dane cih digirin:
 
*îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ya li hember şervanên HPG’ê: 39
 
*Îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ya li hember xwezayê:5
 
*Îdiaya bikaranîna çekên biyolojîk:2
 
*Hejmara kesên di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane:437
 
*Hejmara sewalên di encama bikaranîna çekên kîmyewî de telef bûne:134