ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 9 Mijdar 2021
  • Rojev
*Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ragîhand û da zanîn ku poşmanî li girtiyan tê ferzkirin û wiha banga hestiyariyê kir: “Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bandorê li ser hemû aliyên civakê dike. Ji bo çareserkirina pirsgrêkan û daxwazkirina maf divê helwest bê nîşandan. DÎMEN HEYE
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Tecrît di her qada jiyanê de bandora xwe nîşan dide. Bi taybetî jî ev tecrît bandorê li jin, zarok û ciwanan dike. Azadî û aştî bi Serok pêkan e.” DÎMEN HEYE
 
*Çekên kîmyewî ku di şeran de ji bo tunekirinê tên bikaranîn li Tirkiyeyê di salên 90’î de di pevçûnên hatin jiyîn de li dijî PKK’ê hatin bikaranîn. Herî dawî li Herêma Federal a Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî hat rojevê û li dijî vê gelek sazî û dezgeyan name şand ji OPCW’ê re.
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê, Fatma Silêman di derbarê rewşa jinê ya dawî ya li Efrînê de axivî. Fatmayê da zanîn li Efrînê jin dibin hedef û wiha got:"Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku projeya Netewa Demokratîk û hêza jinê têk bibe." DÎMEN HEYE
 
*Pisporan diyar kirin ku di pençeşêra hêkdankê de teşîsa zû jiyanê xilas dike û ligel vê jî tespta genetîk gelek girîng e.
Pençeşêra hêkdankê di civakê de bi navê ‘kujerê bêdeng’ tê nasîn û ev cureyê pençeşêrê jiyana jinan dike xetereyê. Ji her 80 jinî yek bi nexweşiya pençeşêrê ya hêkdakê dikeve û ji ber piranî nexweş di astên derengketî de ferq dikin, dermankirina wê jî zehmet dibe.  Di vê nexweşiyê de teşîsa zû gelek girîng e û têkoşîna bi nexweşiyê re jî hêsan dike.
 
*Dêya Dayika Aştiyê Wesfiye Yigit a ku polîsan bi ser mala wê de girtin diyar kir ku êrişa li ser Dayikên Aştiyê feraseta dewletê nîşan dide û wiha got:"Tehemula wan a li dijî kurdan tune ye. Lê pêwist e em li hember wan her rabin û serî netewînin." DÎMEN HEYE