KESK: Em ê timî li berxwe bidin

  • 19:40 8 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - KESK'ê têkildarê binçavkirina 16 kesan daxuyanî dan û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Zulkuf Denîz û zarokê wî lêdan xwarine. Endamên KESK'ê yên tevlî daxuyaniyê bûne bi dirûşmên xwe bûyer şermezar kirin.
 
Serê sibehê zû polîsan bi maşîneyên zirxî li Amedê derdora gelek malan girtin û avêtin ser malan. Polîsan li mala lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê siyasetmedar, sendîkavan û dayikên aştiyê di nav de herî kêm 16 kes hatin binçavkirin. KESK'ê bi armanca şermezarkirina binçavkirina van kesan li ber deriyê avahiya SES'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Binçavkirin û gef me naxe" hat rakirin. Berdevkê demê yê KESK'ê Nasir Demirkiran daxuyanî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de binçavkirina 16 kesan hate şermezarkirin û ev agahî hate parvekirin: "Rêhevalên me ji bo demokrasiyê û kedê di faliyetan de cîh girtine, weke din sucekî din ê wan tune ye. Lewra hemû çalakiyên me û xebatên me tên terorîzekirin. Bi taybetî jî şeklê girtina wan jî nîşaneya vê yekê ye. Bi taybetî jî rêhevalê me Zulkuf Denîz di bin çavan de bi çekê gef lê hat xwarin û li zaroka wî dan. Ev wehşet e û em bi tundî şermezar dikin. Em cardin bi bîra we tînin ku wê bi tu awayî gef û êriş me hilneweşîne. Em ê timî li ber xwe bidin û berxwedana xwe mezin bikin."
 
Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Gef û binçavkirin nikarin me bin bixin", "Wê Berxwedana Me Mezintir Bibe", "Bijî Berxwedana Kedkaran" hatin berzkirin.