Dayik çûn serdana Emîne Şenyaşar

  • 16:08 8 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Dayikên ku xwestin biçin serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dayikên diyar kirin ku ew ê piştevaniya xwe bi Emîne Şenyaşar re bidomînin gotin, "Em ê li gel hemû astengiyan li herderê daxwaza edaletê bikin
 
Serdanên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) berdewam dikin. Gelek dayikên aştiyê ji bajarên wek Amed, Mêrîn, Êlih, Şirnex, Wan, Colemêrg û Stenbolê çûn serdana Emîne Şenyaşar. Pêşiya girseya dayikan li cihek nêzî avahiya edliyeya Rihayê ji aliyê polîsan ve hat birîn. 
 
Polîsan destûr neda dayikan ku biçin serdanê û hinceta astengiyê jî “qelebalxî nîşan dan. Parêzeran xwestin ku polîs hincet bi nivîskî nîşanî wan bidin, li ser vê yekê polîsan daxwaza parêzeran red kir û tu hinceteke nivîskî nîşanî wan nehat dayîn. 
 
 Li ser astengkirina dayikan Emîne û Ferît Şenyaşar ji cihê çalakiyê ber bi dayikan ve çûn. Dayikan malbata Şenyaşar bi çepikan pêşwîz kir. Emîne Şenyaşar got, “We Adilê min, Celalê min aniye.” Dayikên Aştiyê jî ji bo Emîne Şenyaşar gotin, “Ji bo em hêzê bidin berxwedana te em hatine. Negirî wan kêfxweş neke.” 
 
'Em ê bibin bi milyonan'
 
Piştî astengiyê şandeya dayikan bi beşdariya malbata Şenyaşar û parêzeran daxuyaniya çapemeniyê da. Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku dayikek ku kezeba wê dişewite 8 meh in nobetê digire û her roj zext li wan tên kirin û ew niha sed kesin wê sibê du siba bibin bi milyonan kes û xwest dawî li bêhiqûqiyê were.
 
'Bijî berxwedan’
   
Piştre li ser navê dayikan, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya axivî û wiha got: “Em hemû li ba dayê Emîne ne. Bila her kes xwedî li dayê Emîne derkeve. Em ê li her derê têkoşîna edaletê ya dayê biparêzin. Ji bo edaletê gav biavêjin. Daxwaza dayê Emîne daxwaza me ye jî. Bila dinya hemû dev ji çavgirtinê berde. Bijî berxwedana dayê Emîne. Tevî her tiştî jî dayik edalet û aştiyê dixwazin.” 
 
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê jî Fazîlet Polat axivî û got ew jî dayik in û lewma hatine serdana malbatê û xwest her kes xwedî li têkoşîna Emîne Şenyaşar derkeve. 
 
Piştre gelek Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan axivîn û daxwaza edaletê kirin. 
 
Daxuyanî bi çepik û têlîliyan bi dawî bû.