Emîne û Ferît Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê nû kirin

  • 12:53 8 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Serdanên ji bo 'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 245’emîn de didome. Têkildarî nobeta edaletê de Ferît wiha got:"Heta ku edalet pêk were ez û dayika xwe em ê têbikoşin."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 245’emîn de didome. Malbatê bi dowiza ku “Em edaletê dixwazin” ser dinivîsî û pankarta ku wêneyên bûyera li Pirsûsê hatibû jiyîn li ser hebûn, daxwaza xwe ya edaletê nû kir. 
 
'Heta ku edalet pêk were ez û dayika xwe em ê têbikoşin'
 
Ferît Şenyaşar, bi lêv kir ku hemû raya giştî, xebatkarên nexweşxaneyê, Qeymeqamê Pirsûsê, Waliyê Rihayê şahidê komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatiye ne. Ferît, destnîşan kir ku têkildarî doza 3 sal û nîv in geşedanek nîne û wiha got: “Di her gava ku em diavêjin edliyeyê DE dozger ji me direvin û di deriyê pişte re de dikevin hundirê edliyeyê. Normal e ku dozger di vê pêvajoyê de ji me birevin ji ber ku kesê komkujî pêk anî parlamenterê partiya desthilatê ye û di bin siya desthilatê de hewl dide ser dozê bigire. Ev doz nayê girtin. Heta ku edalet pêk were ez û dayika xwe em ê têbikoşin.”
 
'Wê rojekê li pêş darazê hesab bidin'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em xwe ji dozgeran aciz dikin lê aliyê ku komkujî pêk aniye parlamenter û malbata wî ye. Di vê pêvajoyê de kes hesab napirse. Kesên nikarin hesab bipirsin wê rojekê li pêş darazê hesab bidin.”
 
Herwiha li bendê ye ku ji Botan, Wan, Colemêrg, Gever, Êlih, Amded, Stenbol û Rihayê Endamên Meclis û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî biçin serdana Emîne Şenyaşar.