Dayika girtî: Di nav çar dîwaran de zilmê dikin

  • 09:03 8 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Mehme Işiktaş ê li Girtîgeha Ereglî Konyayê dimîne hat hînbûn ku lêdan xwariye û hatiye surgunkirin. Dayika wî Kamîle Işiktaş da zanîn ku dema kurê wê surgun kirine nehiştine ku cilên xwe li xwe bike û got zarokên wan li girtîgehê ew li derve di bin zilmê de ne.
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Zext, şîdet û îşkenca li hember girtiyan gihiştiye asta herî jor, gelek girtî surgunê girtîgehên din tên kirin. Girtiyê bi navê Mehmet Işiktaş ê li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê girtîbû surgunê girtîgeha Ereglî Konyayê hat kirin. Malbata wî dema diçe hevdîtina girtî fêr dibin ku Mehmet hatiye surgunkirin û di hevdîtina telefonê ya bi Mehmet re, fêr dibin ku Mehmet lêdan xwariye û hatiye tehdîdkirin. Dayika wî Kamîle Işiktaş daxuyakirin ku ji ber sedemên aborî nikarin biçin Konyayê û bertek nîşanê rewşê da û got ligel girtiyan zilmê li malbatan jî dikin. 
 
‘Cezayê kurê min hîna ne diyare’
 
Kamîleyê der barê mijarê de wiha bertek nîşan da: “Ez 53 salî me ji bo hewcedariyên kurê xwe diçim malan paqij dikim. Em çûn hevdîtinê me dît ku Mehmet surgun kirine. Berê qe nebû em diçûn girtîgeha Amedê me didît. Lê tevî ku 4 mehan carê rûniştina kurê mine, cezayê wî hîna nehatiye dayîn. Beyî rûniştina 3’emîn bê dîtin surgunê Konyayê kirin.  Dema surgun kirine nehiştine cilên xwe jî li xwe bike. Nehiştine tu alavê xwe bigire. Ez zilme. Di vê xizaniyê de ez ê çawa biçim kurê xwe bibînim.”
 
‘Malbat nikarin biçin zarokên xwe bibînin’
 
Kamîleyê destnîşan kir ku malbatên ku zarokên wan dur in, zehmetiyan dikşînin û wiha bi lêv kir: "Ji ber krîza aborî malbat pir bi bandor dibin. Pereyê rê pir bihaye. Mirov nikarin biçin zarokên xwe bibînin. Zarokên me her tim di bîra me de ne. Gelek caran zarokên me tî û birçî dihêlin. Ji roja kurê min hatiye girtin ez xwarinên ku jê hez dikir çênakim. Ji ber zarokên xwe em bi şev ranazên. Ew li hundir di bin zilmê de ne em jî li derve.”
 
‘Divê dawî li vê zilmê bînin' 
 
Kabîleyê destnîşan kir ku li hember girtiyan binpêkirinên mafan yên mezin hene û wiha bi lêv kir: “Kurê min her cara digere dibêje bi ser koxuşan de digirin, gardiyan şîdetê dikin, pirtûkan parçe dikin. Zarokên me kirine nav çar dîwaran û zilmê lê dikin. Gelo kî van pêkanînên kêfî qebûl dike. Dewlet çima vê zilmê li me dike. Divê dawî li vê zilmê bînin.”
 
Wê derneve hevdîtinê
 
Mehmet di hevdîtina telefonê ya  ku di 5’ê Mijdarê de bi malbata xwe re kir de îfade kir ku rêveberiya girtîgehê zor lê kirine ku biçe koxuşa edliyan û tiştên jiyabû wiha vegotibû: “Zor li min kirin ku min bibin koxuşa edliyan. Min qebûl nekir. Min lêdan xwar. Min nabin koxuşa siyasiyan.  Ji ber vê ez hevdîtinên heftane yên telefonê  û hevdîtina protesto dikim. Heta daxwazên min neyên cih ez didomînim.”
 
Malbata Mehmet diyar kir ku ew ji ber vê rewşê gelek bi fikar in û banga piştevaniyê li hiqûqnas û mafê mirovan kirin.