Peyama ciwanan a şahiya Êlihê: Em ê bi ser kevin

  • 16:41 7 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ÊLÎH - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo xelatdayînê ya pêşbirka “Li dijî tiryak û destdirêjiyê em di hunerê de li hev dicivin” şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endama Meclîsa Jinên Ciwan Newroz Gulen axivî û got: "Em îro dibînin ku jinên ciwan li her derê ne. Jinên ciwan qet natirsin."
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê merasîma xelatdayînê ya pêşbirka “Li dijî tiryak û destdirêjiyê em di hunerê de li hev dicivin” li Êlihê li eywana dawetê ya Rozayê bi beşdariya hunermend Xecê şahiyek li dar xist. Serokwekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş, berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, Dêrsîm Dag, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Êlihê beşdarî şahiyê bûn. 
 
Li salonê pankartên wekî "Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad", "Li dijî hestên kujer em ê azadiyê şîn bikin" û "Em ê serdestiya mêr têk bibin" hatin daliqandin. Her wiha wêneyê Denîz Poyraz jî hatin daliqandin. 
 
Bêriya merasîmê jinên ciwan bi cil û bergên xwe yên gelêrî govend gerandin û dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Her wiha sînevîzyonek derheqê têkoşîna jinên ciwan de hat pêşandan.
 
'Kampanyaya ciwanan girîng e' 
 
Piştî pêşandana sînevîzyonê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand li ser kampanyaya ciwanan û got: "Kampanyaya ku ciwanan dest pê kiriye ji bi pêvajoyê xwedî rolekê girîng e. Wekî tê zanîn li erdnîgariya Kurdistanê de polîtikayek pir taybet tê meşandin. Bi hezaran ciwanên me bêkar in lê belê şûna ku ciwanên me bixebitin û bibin xwedî kar, bi polîtîkayên taybet re rûbirû dimînin. Ew polîtîkayên qirêj her ku diçe xwe di civakê de bi rêxistin dike lê belê li hemberê vê yekê ciwanan têkoşîna xwe mezintir dikin." 
 
Meral, da zanîn ku li ber çavên zarokan firotina alavên narkotîkê tê kirin û wiha bi lêv kir: "Zarok ji ber bikaranîna tiryakê jiyana xwe ji dest didin lê ew şûna qedexekirina tiryakbûnê de parastina wan kesên ku maddeyên narkotîk difiroşin dikin. Bikaranîn û firotina maddeyên tiryak di zagonên navnetewî de qedexe ye û wek sûc tê binavkirin. Desthilatdar çawa ku li dijî tundiya li we jinê kujeran diparêze, ji bo maddeyên narkotîkê jî heman rêbazê nîşan dide. Em vê kampanyayê re gelek girîngî didin û divê ew ji bo vê kampanyayê mal bi mal bê gerandin û malbat û ciwan bên agahdarkirin."
 
'Sekn û berxwedana jinên ciwan hêvî dide'
 
Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku bi taybetî ew 6 salên dawiyê polîtîkayên şer ên taybet xwe bi şêwazek taybet tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îpek Er ji bi polîtîkayên şer ên taybet mînakek taybet bû. Ne tenê Îpek Er, li Wanê jî çawişek pispor destdirêjiya du zarokan kir lê ji ber ku jinan deng bilind kirin ew kes hate girtin. Sekn û berxwedana jinên ciwan hêvî dide. Êdî jinên ciwan ji bo hişmendiyek azad dixwazin jiyan bikin."
 
'Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin'
 
Ayşe, di şahiyê de wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me çawa bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî jî bi ser kevin. Jin dê li dijî polîtîkayên şer ên taybet serî natewînin û em ê li ber xwe bidin. Jinên ciwan di her qadên civakê de têdikoşin. Li dijî tecrîdê sibêrojên azad hêvî dikin. Di vê warê de em têkoşîna jinên ciwan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em ê nebin jinên maqûl yê desthilatdariyê. Ji bo vê dê têkoşîna me li her qadê berdewam bike û xwe birêxistin bike. Jinên ciwan hêviya sibêrojê ne."
 
'Jinên ciwan em li her derê ne' 
 
Endama Meclîsa Jinên Ciwan Newroz Gulen jî di şahiyê de wiha axivî: "Demekê dirêje em vê kampanyayê dimeşînin. Em îro dibînin ku jinên ciwan li her derê ne. Jinên ciwan qet natirsin. Gava ew hikûmet bû desthilatdar got qey em ê ciwanan têk bibin lê niha em dibînin ku li hemberî hêz û coşa ciwanan bi ser neketin. Ez dixwazim ew hêz û coşa me qet nesekine û hertim xwe berdewam bike. Em ê bi serbikevin."
 
Piştî axaftinan kesên ku di pêşbirkê de hêjayî xelatê hatine dîtin, xelatên wan hatin dayîn. Her wiha di juriya pêşbirka, helbest, çîrok û wêneyan de rojnameger Xecê Şen, Roza Metîna, Sultan Yaray, Serap Ergîn û Neşe Toprak cih girtin. 
 
Şahî bi stranên hunermend Xecê bi dawî bû.